Tecrîd ne lîstika maseyan e!

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 22 Cotmeh 2023 - 15:41

  • Gîovannî Caputo, li maneya bicihkirina 2 hezar leşkeran li Îmraliyê dibêje, dewleta Tirk dibêje: “Maneya Me şer ragihandiye, lê ne li hemberî dewletekê, li hemberî yek kesî. Li hemberî kesekî 2 hezar kes! Hûn nikarin li ti maseyê wiha bilîzin. Li hemberî yekî 2 hezar kes!”

MUHAMMED KAYA / ROMA

Rojnamevan û nivîskarê Îtalî Gîovannî Caputo got, dewleta Tirk li hemberî Rêber Abdullah Ocalan şer ragihandiye û bal bire ser bêdengiya Ewrûpayê. Caputo got, divê CPT rapora Îmraliyê eşkere bike.

Yek ji nivîskarê pirtûka ‘Curdî’ (Kurd) ku bi nivîskar Antonella De Biasi û rojnamevan Kemal Çomanî re amade kir, wergêr, rojnamevan û nivîskar Giovannî Coputo, derbarê pêvajoya komployê û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ji rojnameya me re axivî.

 

Îtalya jî berpirs e

Caputo bi bîr xist ku Ocalan di sala 1998’an de hatiye Romayê, bal bire ser rola Îtalyayê ya di pêvajoya komployê de û wiha got:’’Ez Ocalan ji roja hatiye Îtalyayê heta niha dişopînim û ez yek ji wan kesan im ku piştgiriyê didimê. Piştî ku ji Îtalya hate derxistin, di sala 1999’an de hate girtin û ew birin Tirkiyeyê. Ev tiştekî gelekî xerab bû. Em şok bûn. Me li Îtalyayê Ocalan weke kesekî girîng didît, lê hikûmeta me piştgirî da vê pêvajoyê. Ev nakokiyeke mezin bû. Ger me destûr nedaba derketina Ocalan ji Îtalyayê, dikarîbû weke penaberekî bimaya. Ji xwe li Romayê, di dadgeheke Îtalî de ev maf bidest xist. Lê êdî pir dereng bû. Herçiqasî xelk piştgirî dida Ocalan jî, em weke dewlet ji vê pêvajoyê berpirs in. Piştî ku hate girtin, şertên ku rû bi rû ma, gelekî xerab bûn. Herçiqasî destpêkê mehkûmê darvekirinê bibe jî, bi zexta Yekîtiya Ewrûpayê (YE), pêvajoya girtîgehê destpêkir.’’

 

Weke mînaka Mandela

Caputo polîtîkaya tecrîdê ku li ser Ocalan tê birêve birin nixand û destnîşan kir ku ev pêkanîn binpêkirineke giran a mafan e û wiha got: “Weke herkesekê li girtîgehan hûn neçar in rêzê ji Ocalan re bigrin. Sîstema Îmraliyê, projeyeke ku ji bo girtiyekê îzole bikin û bixin bin tecrîdê, bi taybet hatiye ava kirin. Em vê rastiyê bi polîtîkayên rast çiqasî mezin bikin, em ê ewqasî bala mirovan bikişînin. Weke nimûneya Mandela.”

 

Li hemberî yekê 2 hezar!

Caputo nêzîkbûna Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê ya Ewrûpayê CPT’yê ya derbarê pratîka tecrîda girankirî ya dewleta Tirk jî rexne kir û got, divê CPT rapora Îmraliyê eşkere bike. Caputo bal bire asta tecrîdê ya gîhîştiyê û wiha dewam kir:’’CPT dem bi dem diçe Îmraliyê û raporan amade dike. Lê ji ber destûra Tirkiyê nîne, raporan eşkere nake. Ango di destê me de belge hene û em ê van belgeyan dibe ku piştî 50 salî bixwînin. Wê demê jî wê ji bo gelek tiştan dereng be. Tam di vê demê de pêdiviya me bi vê raporê heye. Ji bo em bizanibin li Îmraliyê çi diqewime, divê ev rapor werin weşandin. Li gel van hemû veşartîbûnan, di dest me de hin agahî jî hene. Mînak heta beriya çend salan jî, li Îmraliyê bi tenê girtiyek hebû û derdora vî girtî yî herî kêm 2 hezar leşker hene. Ev tê vê wateyê; “Me şer ragihandiye, lê ne li hemberî dewletekê, li hemberî yek kesî. Li hemberî kesekî 2 hezar kes! Hûn nikarin li ti maseyê wiha bilîzin. Li hemberî yekî 2 hezar kes!”

 

Dest ji gelê xwe berneda

Caputo got, bi qasî eşkerekirina li tecrîdê, divê ji bo belavkirina fikrên Ocalan jî hewl bê dayîn: “Ev rewş ji bo ti mirovî li cîhanê nayê qebûlkirin. Ev yek ji binpêkirina mafan a herî giran e. Lê di qonaxa heyî de, balbirina ser tecrîdê têrê nake. Di heman demê de divê em fikrên Ocalan jî bi qasî ji destê me tê, em berbelav bikin. Tevî ku bi salan e tê tecrîd kirin jî, Ocalan ji bo gelê xwe fikirî, nivîsî û fikrên nû hilberandin. Di bin şertên gelekî hovane jî, dest ji gelê xwe bernade. Ev gelekî bi qîmet e.”

 

Divê zextê li NY bikin

Caputo destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY), YE û dewletên endam, di çarçoveya berjewendiyên xwe yên aborî de nêzîk dibin, dewleta Tirk jî mijarên penaberan, enerjiyê û şandina gazê weke qertekê bikar tîne û wiha got:’’YE hevgirtineke siyasî ye, ji ber wê jî siyasî nêzîkî mijarê dibe. Pêwîst dikir ku 27 dewletên di nava YE’yê de daxuyaniyeke hevpar bikirana û li hemberî tecrîda girankirî, helwêst nîşan bidana, lê vê yekê nakin. Ji ber ku Tirkiyeyê ji bo gaz, av û penaberan hîn girîng dibînin û bi vî hîn zêdetir eleqeder in. Ev rewşeke heta dawî trajîk e. Di vê rewşê de divê hîn bêhtir zextê li NY bikin. Divê ji NY re ku îdîa dike nêzîkbûna mafên mirovan ji xwe re esas digre, bibêjin ew tecrîda girankirî ku Ocalan rû bi rû dimîne, pirgirêkeke mafên mirovan e. Ev yek girîng e.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.