Tecrîd krîzê daîmî dike

Sêşem 8 Cotmeh 2024 - 03:05

  • KJK'ê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û diyar kir ku tecrîdkirina Rêbertiyê krîza li Rojhilata Navîn daîmî kiriye û got: Çareseriya pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo dibe.

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand û diyar kir ku dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan li navenda êşkenceyê ya Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda girankirî de bûye sedem li Rojhilata Navîn krîz daîmî bibe û wiha got:"Em dikevin sala 27'an a komployê. Li ser vê bingehê em hemû dewlet, hêz, kom û kesayetên ku ev komplo plan kirine û pêk anîne û di komployê de bûne xwedî par bi tundî şermezar dikin û em careke din diyar dikin ku em ê heta dawiyê li dijî zîhniyetên komploger û komplogeran şerê vîna azad bidin.

Xeta Rêbertî xeta azadiya jinê ye

Li Kurdistanê aliyê herî bingehîn a xeta Rêbertî, xeta azadiya jinê ye. Rêber Apo di warê kûrkirin û pêkneanîna xeta azadiya jinê de gavên mezin avêt û vê hewldana xwe ya şoreşgerî li Îmraliyê jî di nava şert û mercên zindanê ya yekkesî de dewam kir. Komploya li dijî Rêbertî, asta êrîşa li dijî azadiya jinê nîşan dide. Bi vê hişmendiyê em weke jinên Kurdistanê têkoşîna xwe ya azadiyê li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê mezin dikin. Komploya li dijî Rêbertiya me, aliyek bingehîn a êrîşa li dijî tevahiya mirovahiya cîhanê ye. Hêzên hegemon ên cîhanê ji ber ku dizanîbûn tevî Rêber Apo ew nikarin Rojhilata Navîn li gorî xwe dizayn bikin û mêtingeriya xwe pêk bînin, komploya sedsalê plan kirin. 

Krîza esasî ya fikrî ye

Krîza esasî ya mirovahiya cîhanê krîza fikrî ye. Rêber Apo bi paradîgmaya neteweya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê re ev tarîtî çirand û hêvî û derfet da gelên Rojhilata Navîn, jinan û hemû bindestan ku jiyaneke nû ava bikin. Îro Rojhilata Navîn bûye navenda şerê cîhanê yê 3'yemîn. Rastiya ku Rojhilata Navîn hêviya xwe winda kiriye, nasnameyek ku hêvî û îdîaya xwe ya ji bo jiyana azad winda kiriye, wê biba rewşeke asayî. Wê her roj mirovahiya cîhanê rastî êrîşên emperyalîzmê bihatana û mehkûmî şert û mercên koletiya kûr bihatana kirin. Di vê wateyê de paradîgmaya nû bûye hêviya mirovahiya cîhanê.

Azadiya Rêbertiyê komployê pûç dike

Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ku ji aliyê dostên gelê Kurdistanê ve hat destpêkirin û bi awayekî xurt ji aliyê gelê me ve xwedî lê hat derketin, her ku diçe berfirehtir dibe. Di berfirehbûna vê pêngavê de, pêşengiya jinê diyarker bûye. Hem kampanya û hem jî çalakiyên ku jinên Kurdistanê li çar parçeyên Kurdistanê û hemû cîhanê dane meşandin, hem jî tevlîbûna jinên cîhanê ji Bangladeşê heta Meksîkayê bi îdîaya azadiyê rengê gerdûnî yê pêngavê derxist holê. Hemû jinên cîhanê bi çalakiyên xwe, bi îrade û dirûşmeyên xwe yên azadiyê komploya li ser Rêbertî vala derxistin. Divê ev çalakî hîn zêdetir bên mezinkirin, li dijî komploya navneteweyî azadiya Rêbertî bê pêkanîn. Li dijî DYE, Îngilistan û hemû hêzên desthilatdar ên ku komplo fikirîn, plan kirin û ji bo berjewendiyên xwe gav bi gav pêk anîn, divê li ser bingehê azadiya fîzîkî ya Rêbertî gav bên avêtin. 

Tevlî xeta netewa demokratîk bibin

Divê em bizanin ku pûçkirina komploya navneteweyî, pêşî li windahiyên mezin girtiye. Lê belê girtina Rêbertî ya li êşkencexaneya Îmraliyê, dibe sedem ku krîza roja îro dewam bike. Li Rojhilata Navîn çareseriya hemû pirsgirêkên civakî bi azadiya Rêber Apo, esasgirtina xeta Rêbertî û afirandina jiyana hevpar a li ser esasê azadî û demokrasiyê, pêkan e. Ji bo vê yekê di serî de jinên Kurdistanî, em bang li hemû jinan, ciwanan û gelê xwe dikin ku li dijî tecrîdê çalakiyan mezin bikin, bi rengekî herî qelebalix, coş û bibiryar tevlî çalakiyan bibin, li dijî xeta qirker û faşîst a netew-dewletê tevlî xeta netewa demokratîk bibin û bi vê ferasetê sîstema civakî ya nû ava bikin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.