Tecrîd dewama komployê ye

În 11 Cotmeh 2024 - 02:25

  • Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz têkildarî komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan diyar kir dema ku hêviya fikir û hewldanên Ocalan belav bibe ev ji bo projeyên emperyalan a Rojhilata Navîn dibe talûkeyek û got:” Derketina Birêz Ocalan a ji Sûriyeyê û destpêkirina komploya navneteweyî her wiha anîna Birêz Ocalan a Îmraliyê perçeyek ji vê pêvajoyê ye.’’

ROZA METÎNA / AMED

9’ê Cotmeha 1998’an hêzên komploger bêgav hiştin ku Abdulah Ocalan ji Sûriyeyê derkeve û piştî ku ji Sûriyê derket bi 4 meh şûnan jî van hêzan Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin. Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. 43 meh in jî tu agahî jê nayê girtin. Komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan di sala 26'an de ye. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mûşê Sumeyye Boz têkildarî mijarê nirxandin kir. 

Fikrên Ocalan wekî rehberekê ye

Sumeyye di destpêkê de bal kişand ser girîngiya fikrên Abdullah Ocalan û wiha got:”Wateyeke cuda ya 9’ê Cotmehê ji bo gelê Kurd heye. Çimkî li vir em behsa fikrên Birêz Ocalan dikin. Gelê Kurd ramanên Birêz Ocalan ji bo xwe wekî rehberekê hilbijartiye û ev raman hêviyê dide gelê Kurd. Loma 9’ê Cotmehê tenê nayê wateya dîlgirtina kesekî û têkbirina vîna wî. Çimkî hemû hêzên desthilatdar dixwazin li Rojhilata Navîn projeyên xwe bixin meriyetê û li gor xwe dizayn bikin. Ji bo netew dewlet hebûna xwe ya li Rojhilata Navîn dewam bikin li dijî fikrên Birêz Ocalan derdikevin. Li dijî netew dewletê fikrê netewa demokratîk a Birêz Ocalan heye. Hêzên emperyal jî vê yekê li dijî xwe wekî tehdîtekê dibînin.”

Komplo plankirî bû

Sumeyye da zanîn komplo bi awayekî plankirî hatiye kirin û wiha pê de çû:”Dema ku hêviya fikir û hewldanên Birêz Ocalan belav bibe ev ji bo projeyên emperyalan a Rojhilata Navîn dibe talûkeyek. Ev dibe rîskek. Derketina Birêz Ocalan a ji Sûriyeyê û destpêkirina komploya navneteweyî her wiha anîna Birêz Ocalan a Îmraliyê perçeyekî ji vê pêvajoyê ye. Anîna Birêz Ocalan a Îmraliyê nîşan dide ku ev bi awayekî plankirî hatiye kirin.” 

Rola Tirkiyê gardîyanî ye

Sumeyye bi lêv kir ku tecrîd dewamiya komployê ye û wiha got:”Bi plankirina komployê tecrîdê jî dest pê kir. Ev tecrîd tenê bi destên Tirkiyeyê pêk nayê. Nirxandinên DYA, CPT û NATO’yê yên derbarê vê mijarê de her wiha nêzîkatiya wan diyar e. Dîsa dema Birêz Ocalan birin girtîgehê çavdêrên Konseya Ewropayê jî tevli vê meseleyê bûn. Loma ev pêvajoya bêyî van hêzan pêş nakeve. Loma wekî Birêz Ocalan jî dibêje ew ne tenê dîlgirtê Tirkiyeyê ye. Loma hêzên wekî dinê jî tevlî vê komployê bûn. Tirkiyeyê tenê rola gardiyantiyê girt ser xwe.” 

Bandorê li hevsengiya herêmê dike

Sumeyye wiha domand: ‘’Fikrên Birêz Ocalan û perspektîfên wî yên ji bo çareseriyê ji bo demokrasiya gelan e. Lê belê iktidara heyî dewsa çareserî û demokrasiyê ava bike hemû çavkaniyên vê dewletê ji bo şer vediqetîne. Ji perwerde, tendirustî, xebatên lêkolîn û pêşketina ji bo welêt dibirin û ji şer re radizên. Ev çavkanî ji bo cihên xizmêtê ji şer dikin tê xerckirin. Ew jî tê wateye israra di tecrîdê de. Loma tecrîda li ser Birêz Ocalan tenê Gelê Kurd eleqedar nake. Ev yek bandorê li ser hevsengiya Rojhilata Navîn jî dike. 

Di şer israr dikin

Sumeyye da zanîn tecrîd bandorê li ser Rojhilata Navîn dike û wiha dewam kir:”Ji bo iktidar hebûna xwe bidomîne di şer û qeyranê de israr dike. Lê belê li welat û li derveyî welat gelek kes bi kampanya û çalakiyên xwe li dijî tecrîdê derdikevin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan û ji bo çareseriya meseleya kurd a bi rêya demokratîk xebat tên meşandin. Loma nameya 69 xelatgirên Nobelê ya ji bo Birêz Ocalan gelekî girîng bû. Ez vê hewldanê gelekî bi qîmet dibînim. Ev yek aliyê tecrîdê yê civakî nîşan dide.” 

Divê zext li Tirikiyê bê kirin

Sumeyye da zanîn ji bo tecrîd bi dawî bibe divê zext li Tirkiyeyê bê kirin û wiha bi dawî kir:”Divê her alî li dijî tecrîdê û komploya navneteweyî dengê xwe derxin. Ji bo tecrîd bê rakirin divê em bi hev re têbikoşin. Divê faliyetên dîplomasiyê jî têkevin meriyetê û zext li Tirkiyeyê bê kirin.”

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.