Komxebata Hunerê Şêwekariyê li Tebqayê bi xelatkirina 23 şêwekar û peykersazan bi dawî bû.

Komxebata Hunerê Şêwekariyê ya li Tebqayê bi dirûşma "Bi hezkirina huner, em bigihîjin hev û bi pêş bikevin" bi rê ve çû. Navenda Çand û Huner a Tebqayê ev komxebat organîze kir û komxebatê 4 rojan dewam kir. 

Ji tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 23 şêwekar û peykersaz beşdarî komxebatê bûn û di nava 4 rojan de hunerên xwe nîşan dan.

Di roja dawî de endamê navenda Çand û Huner a Tebqayê Amir El Inad beşdar pîroz kirin û ji wan xwest ji bo şehîdên şoreşê rêzê bigirin. 

Hevserokê Komîteya Çand û Huner, Elî El Elaya jî komxebat pîroz kir û hêviya serketinê ji şêwekaran re xwest. Wî got, ev komxebat nîşana hevgirtina hunermendan e: "Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ê banga biratiya gelan dike, serketinên mezin di warê huner de hatine bidestxistin. Serketina vê komxebatê, berhema keda Rêber Abdulalh Ocalan e."

Piştî axaftinan hunermend Şadî El Zubeydî û Raman Mihemed û komên navenda Çand û Huner a Tebqayê stran gotin.

Piştre beşdar ketin avahiya navendê û li berhemên şêwekar û peykersazên beşdarî komxebatê bûbûn, nihêrîn.

Di dawiyê de 32 şêwekar û peykersaz û endamên komîteya amadekar hatin xelatkirin.

ANHA/TEBQA