- Dewleta Tirk peymana agirbestê binpê dike û bi topan êrişê navenda navçeya Zirganê kir. Di êrişê de Komara Tirkiyê pitikek û pîrejinek qetil kir, 11 kes jî birîndar kirin.
Dewleta Tirk ev çendek e, peymana agirbestê binpê dike û êrişên xwe yên li dijî Zirgan û Til Temir ên ser bi Hesekê, zêde kirine. Di êrişa dawî de zirarke mezin li Zirganê bû, pitikek, pîrejinek şehîd bûn û 11 kes jî birîndar bûn. Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrişa dewleta Tirk a li dijî Zirganê şermezar kir û bang li dewletên garantor kir da ku bi berpirsyariya xwe rabin. Dîmenên dawî yên ji Zirganê nîşan didin ka dewleta Tirk çawa sûcê dema şer dike.
Meclîsa Giştî ya PYD'ê têkildarî topbarana dewleta Tirk a doh li ser navçeya Zirganê daxuyaniyek da. PYD'ê di daxuyaniyê de got, ew karekî terorî ye û nayê qebûlkirin: "Hêzên dewleta Tirk ji nû ve dest bi karên dijminahî kirin. Bi dijwarî navçeya Zirganê û derdora wê topbaran kirin ku sivîl lê ne û di encamê de sivîl şehîd bûn, gelek birîndar bûn û zerarên madî jî çêbûn.
Garantor bi karê xwe ranabin
Ev karekî dijminahî ye û li beramberî wê civaka navneteweyî bêdeng e. Armanca kirinên bi vî awayî têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye. Her wiha gel û pêkhateyên ku di nava aştî û aramiyê de dijîn, dike hedef.
Em êrişên dewleta Tirk li dijî sivîlan şermezar dikin. Em bang li dewletên garantor dikin ku bi berpirsiyartiya xwe der barê geşedanên xeternak rabin.
Em bang li civaka navneteweyî dikin ku bi lez têkeve nava tevgerê da ku binpêkirinên dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne."
Zirarên topbarana li ser Zirganê
Di dîmen û wêneyan de ku nûçegihana ANHA´yê girtine, asta zirara mezin a ji ber topbarana hovane ya dewleta Tirk a pêr, diyar dibe.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker navçeya Zirganê ve bi awayekî hovane topbarankir. Topbaran yekser li dijî malên sivîlan bû. Di encamê de bi dehan sivîl birîndar bûn, her wiha jinek û zarokekê jî jiyana xwe ji dest da.
Pitikek qetil kirin
Cenazeyên pitik û jinekê û 11 birîndaran ji Zirganê gihaştin Dirbêsyê
Di encama topbarana dagirkeriya Tirk li dijî navçeya Zirganê de pitik û jinekê jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 10 sivîlan jî birîndar bûn. Cenaze û birîndar gihiştin nexweşxaneyên Dirêbesiyê.
Jina ku jiyana xwe ji dest daye Nede Dexam Mesîx e û pitik jî nehat naskirin.
Navên sivîlên birîndar ên gihiştine nexweşxaneya Dirbêsiyê jî ev in: Ebdullah Yusif Xayir (salek û nîv), xalî wî Hesen Îbrahîm Hemîd û Ehmed Nîdal Hesen, Firyal Silêman Cemro (4), Aras Hesen (12), Mihemed Feysel Hesen (13), Yildiz Feysel Hesen (21), Selme Salih Hezîn (45), Esme Ebdulezîz Temo (18) û Hedle Temo (65).
Birîndarên ku rewşa wan giran e, rakirin nexweşxaneyên Qamişlo û Hesekê.
QAMIŞLO