Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Qamişloyê nîvê şevê piştî şerekî giran, taxa Teyî ji çeteyên Dîfaa El-Wetenî paqij kirin.
Çeteyên Dîfaa El-Wetenî pêr bi şev agirbest binpê kirin û li ser vê, Hêzên Ewlekariyê bersiv dan û şerekî giran qewimî. Hêzên Ewlekariyê jî bi biryar dawî li hebûna çeteyan a li taxê anîn. Lê Hêzên Ewlekariyê yên Rêveberiya Xweser dibistana Ebas Elawî û deverên derdora depoya avê ji hêzên hikumeta Şamê re hiştin.
Wekî din, Hêzên Ewlekariya Hundirîn gihaştin kembera başûrê bajêr û piraniya kolanên taxê ji çeteyên Dîfaa El-Wetenî rizgar kirin.
Çargoşeya nû ya ku saziyên hikumeta Şamê û artêşa wê xwe spartinê li aliyê başûr e û nêzî çerxerêya taxa Teyî û taxa Zinûd a li kembera başûrê Qamişloyê ye.
Piştî ku Hêzên Ewlehiyê yên Rêveberiya Xweser li taxê bi tamamî kontrola xwe çêkirin dest bi lêgerînan kirin û gelek cebilxane ya çeteyan peyda kir.
Li taxê ewlehî û aramî çêbû. Li ser vê xelkê ji taxê derketibû niha vedigere cihê xwe.
Çeteyên Dîfaa El-Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê şeva sêşemê ango 20`ê Nîsanê êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li çerxerêya El-Wehda kirin. Di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû. Di şerê paşê de zarokek û qasidekî aştiyê jî hatin şehîd bûn. Tevî hewldanan hemûyan jî çeteyên Dîfaa El-Wetenî nesekinîn, agirbest binpê kirin û li ser vê Hêzên Ewlekariyê yên Rêveberiya Xweser çete ji taxa Teyî derxistin.
ANHA/QAMIŞLO