Tartuffe turneya xwe ya Ewrûpayê dike

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 24 Nîsan 2023 - 03:56

Şanoya Bajêr a Amedê vê Gulanê dest bi turneya xwe ya Ewrûpayê dike. Lîstika bi rejiya Ruknettin Gun, pêşî wê 8´ê Gulanê di çarçoveya Festîvala Çanda Kurd a Parîsê ya 2´yan bê nîşandan. Lîstik wê li banliyoya Sarcellesê, li hola şanoyê “Salle André Malraux” bê nîşandan. 

Lîstik wê 16´ê Gulanê li paytexta Belçîkayê Brukselê bê nîşandan. Ji hunermend û rêveberên Şanoya Bajêr a Amedê Berfin Emektar li ser turneyê got, “Piştî Brukselê turneya me bi bajarê Swîsreyê Baselê, bajarên Elmanyayê Frankfurt, Koln, Essen, Hamburg û Berlînê wê dewam bike. Ji bo me girîng e ku xelkê me yê li Ewrûpayê bi zimanê û çanda xwe re têkiliyê deyne. Ji ber vê yekê her sal em turneyên Ewrûpayê dixin nava plansaziya xwe de. Mixabin li Ewrûpayê, herçî şanoya Kurdî ye, ev demeke dirêj e ku hilberîneke cidî çênebûye. Ji ber wê ji bo me girîng e, em li wir turneyê bikin.” 

 

Temaşevan hene

Emektar wekî din got, li Ewrûpayê ji bo şanoya Kurdî daxwazeke cidî heye. Hem bi turneyên xwe yên beriya niha û hem jî mirovên me yên ku peywendiyê bi me re datînin, kirin ku em bi vê daxwazê û potansiyela temaşekerên şanoyê bihisin. Ji bo me pirr bi qedr û qîmet e. Par me turneya xwe bi lîstika Don Qîxot kiribû. Îsal jî em ê bi lîstika Tartuffe turneya xwe bikin.” 

Bernameya turneya Ewrûpayê ya Şanoya Amedê ya Gulanê jî weke li jêr e:

* 8´ê Gulanê li Parîsê 

* 16´ê Gulanê li Brukselê

* 18´ê Gulanê li Baselê

* 19-20 Gulanê li Frankfurtê

* 21´ê Gulanê li Kolnê

* 22´yê Gulanê li Essenê

* 25´ê Gulanê li Hamburgê

* 26´ê Gulanê li Berlînê

BRUKSEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.