Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya li herêma Cizîrê û saziyên wê, dibistanên ku di çarçoveya Bernameya Sûriyê ya Xebatên Bingehîn de hatine restorekirin, şopand. 

Bernameya tamîrkirina dibistanan jî ya alîkariya insanî ya fermî ya DYE´yê USAID´ê ye. Desteya perwerdehiyê, dibistana şehîd Al-Maza Xelîl a ku ji sedî 90 jê hatiye tamîrkirin û dibistana Tişrîn a ku hîna jî tê tamîrkirin, kontrol kir. 

Hevserokê desteyê Mihemed Salih Ebdo diyar kir ku bername 9 dibistanên herêma Cizîrê, 4 ji wan dibistanan li gundên Êzîdî yên Amûdê, 4 dibistanên din jî li navçeya Amûdê, û her wiha dibistaneke li bajarê Qamişloyê, sererast bike. 

Ebdo bang li tevahî rêxistinên navneteweyî kir da ku alîkariya dibistanên herêma Cizîrê bikin da ku werin tamîrkirin û got, "Pirraniya dibistanên me binesaziya wan ne baş e û gelek pirsgirêkên wan hene."

QAMIŞLO