- Talîbanê li Efxanistanê, wênegirê ji Rojhilatê Kurdistanê, Îbrahîm Elîpûr gava ku nûçegihaniya wênegiriyê dikir, girt.
Talîbanê li Efxanistanê, wênegirê ji Rojhilatê Kurdistanê, Îbrahîm Elîpûr gava ku nûçegihaniya wênegiriyê dikir, girt.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan Hengawê, Talîbanê pêr Îbrahîm Elîpûr girtiye.
Îbrahîm Elîpûr ê ji Bane, endamê Federasyona Navneteweyî ya Hunerê Wênegiriyê (FIAP) û nûçegihanê wnegir ê Middle East Imageyê ye. Middle East Imageyê jî piştrast kir ku Talîbanê nûçegihanê wan Îbrahîm Elîpûr girtiye. Hengawê ti agahiyên din li ser rewşa Elîpûr parve nekirin.
Îbrahîm Elîpûr heta niha li nava Îranê û li derveyî wê wênegirî û nûçegihaniya wênegiriyê kiriye û kitêbeke fotografan jî li ser Hewramanê weşandiye.
NAVENDA NÛÇEYAN