Li herêma Bestayê ya di navbera Şirnex û Sêrtê de, cerdevan darên bi sedan salî dibirrin.
Daristanên Bestayê, bi mehan e bênavber têne birrîn û wêrankirin. Hate ragihandin ku nexasim li devera Sêrê Rê, cerdevanan darên bi sedan salî yên berûyan dibirrin. Ji destpêka havînê ve li Bestayê bi sed hezaran dar hatine birrîn û şewitandin.
Li gorî dîmenên gihîştin Ajansa Mezopotamyayê (MA), cerdevanan darên bi sedan salî birrîne.
Li vê herêma ku TIR nikarin xwe bigihîjinê, dar li traktoran tên barkirin û piştre li devere cihê tên komkirin. Li vê deverê jî li TIR'an tên barkirin û wan dibin bajarên cuda.
Ev talan û wêrankirin di bin çavdêriya Midûriyeta Daristanan a Şirnexê de tê kirin.
MA/ŞIRNEX