Talan û şer daimî kirin

Yekşem 16 Çile 2022 - 22:48

  • Li deverên delweta Tirk dagir kirine, şer, teqîn, talan, dizî û revandina mirovan veguheriye halê daimî yê rêveberiyê. Di nava 4 rojên bihurî de li Efrîn, Bab, Ezaz û Cerablûsê bi deham bombe teqiyan.

Deverên dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê û li Bakurê Sûrî dagir kirine, ji bo xelkê wan deveran veguheriya dojeheke li ser rûyê erdê. Li deverên dagirkirî ne aramî, ne jî ewlehî heye. Bi ser halan de ji ber ferzên asîmîlekirin û lierdênxwezêdekirinê yê dewleta Tirk krîza aborî û tinekirina nasnameyên ne Tirk jî rewşê xirabtir dike. Dawiya hefteyê çete li gelek deverên dagirkirî bi hev ketin, li gelek bajaran di encama teqînan de gelek kes hatin kuştin, çeteyan heman welatiyê ji Racoyê 3 caran revand û diziya xwe ya zeytûnan û zeytê jî hîç ranewestand.  

Gelek çete hatin kuştin

Doh li bajarê bakurê Sûriyê Cerablusê yê dagirkirî, teqînekê rûda. Encamên teqîna bi hêz, nehatin zanîn û belavkirina agahiyan li ser teqînê hat astengkirin. 

Li aliyê din beriya wê çavkaniyên ji cihê cih ên Efrînê ragihandin ku li navendeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li navçeya Cindirêsê teqîneke mezin rû daye. Li gorî agahiyan gelek çete hatine kuştin û birîndar bûne. Ji çavkaniyên çeteyan bi xwe jî herî kêm kuştina du çeteyan hat piştrastkirin. 

15´ê Çile jî li Ezazê êrişek li dijî serokê çeteyên Polêsê Eskerî yên li navçeyê bû armanca êrişeke bombeyî. Di êrişê de çeteyekî vî polêsî hat kuştin. Encama êrişên heman rojê li Bal û Efrînê jî nehatibû zanîn. 

Dîsa bi hev ketin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker gelek caran ji bo talanê şerê hev dikin, zirarê dikin li mal, milk û canê welatiyan. Pêr êvarê li gundên Til Temirê yên dagirkirî di navbera çeteyên dagirker de şer qewimî. Di şer de çekên ferdî û yên navîn hatin bikaranîn. Lê sedema esehî ya şerî nehat zanîn. 

Heman welatî 3 caran revandin

Dagirker hji bilî talana bi rêk û pêk welatiyan jî ji bo fîdyeyê bi rêk û pêk direvînin. Çeteyên dagirkeriyê yên bi navê Sultan Murad ên ser bi dewleta Tirk, heman welatiyê ji Racoya Efrînê, 3 caran revandin. 

Li gorî çavkaniyên ji Racoyê, çeteyên Sultan Murad welatiyê bi navê Sabrî Menan Reşo yê 38 salî yê ji gundê Dêrwîş ê Racoyê, beriya biçe karê xwe, revand. Heman çavkaniyan da zanîn ku çeteyan bi ser mala Reşo de girtiye, telefona wî desteser kiriye û ber bi cihekî nediyar ve ew revandiye. Ev cara sisiyan e ku çete Sabrî Reşo direvînin. Piştî dagirkirina Efrînê ew 2 caran hatibû revandin û ji bo serbest were berdan heta niha 6 hezar û 500 dolar fîdye dabûn.

Welatê dagirkeran dizistan e

Dewleta Tirk bi vî awayî deverên dagirkirî veguherandine welatî dizan. Çeteyên dagirker li Efrînê 5 trektor û 50 tenekeyên zeytê ji malbatekê dizîn. Çavkaniyekî ji kantona Efrînê ya dagirkirî ji ANHA`yê re gotiye, çeteyên Firqet Sultan Silêman Şah ên ku bi navê "Emşat" tên naskirin, 50 tenekeyên zeytê ji mala jina pîr Emîne Hacî (Emîne Çoçanê) û ji şêniyên gundê Xelîl ê navçeya Şiyê ya kantona Efrîna dagirkirî, dizîne.

Heman çavkaniyê da zanîn ku Emîne Çoçanê 80 salî ye, seqet e û keçeke wê  ya 35 salî heye û ew jî seqet e. Zarokên wê zewicî ne û li bajarê Efrînê dimînin.

Çavkanî diyar kir ku çeteyên Cebhe El-Şamiyê û kesê bi navê Nîdal Beyanûnî bi hin çeteyan re 5 trektorên zarokên Emîne Çoçanê di nava 5 şevan de dizîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.