Tabloyên ji qumaşê Efrîkî

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 15 Kanûn 2021 - 22:06

  • Hunermenda Nîjeryayî Marcellina Akpojotor bi qumaşên rengo rengo portreyên bi hêz û dilsoz çêdike.

Hunermenda Nîjeryayî Marcellina Akpojotor bi qumaşên rengo rengo portreyên bi hêz û dilsoz çêdike. Akpojotor dibêje, “Li ser rûyê dinyayê her mirov û pewyirek xwe heye, gava wext tê her kes bi rola xwe radibe.” Akpojotor jî bi saya van qumaşên bi reng, bi rola xwe radibe û form û stîleke cihê bi kar tîne ji bo hunerê xwe. Ji bo tabloyên xwe çêke bi çand û hunerê Efrîkî daketiye û weke çavkanî ji wir sûdê werdigire.

Destpêkê wê bi cilûbergên dayika xwe hin tişt çêkirine û bi demê re qumaşên Efrîkî nas kirine, ji wan gelekî hez kiriye. Pey re jî li ser qumaş hûr bûye û encamên baş yên hunerî bi dest xistine. Ew bi van qumaşan hest û psîkolojiya karakterên ku xêz dike, rave dike û hewl dide kesayeta wan bi vî awayî derxe pêş. Wê bêhtir bala xwe daye ser jinan û fîgûrên ku xêz kirine jî nexasim jin in. 

Akpojotor dibêje, “Ez bi tiştên jiyana rojane û her wiha tiştên ku bi dayikbûnê ve girêdayî ne, mijûl im. Ji nasnameya kesane û ya civakî nexasim jî jinên di nav civakên modern de û meseleyên li derûdora wan, îlhamê digirim. Dixwazim bi hunerê xwe bêhtir hêzê bidim jinan.” Akpojotor, li ser taybetmendî û ciyawaziya di navbera nifşan de jî hûr dibe, derbarê vê de jî hestên xwe wiha îfade dike, “Nifşên berê û yên niha roja me ya îro û siberojê çawa dinirxînin û bi çi awayî şêwe didinê, ez vê yekê pirr meraq dikim. Mirov ji hestên tevlîhev pêk tên, ez mirovan wisa dinirxînim. Ez bi van tobloyên xwe yên ji qumaş, vê rewşê rave dikim û bi bîneran re têkiliyekê saz dikim. Hêvîdar im ku tiştên ku çêdikim, mirovan ber bi xwe ve bikişînin û ew jî tevlî hestên portreyên min bibin.”

ABUJA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.