- Justin Bateman: Me nexwest galeriyek li ser me şertên xwe ferz bike û me bi sînor bike. Gava diçim, dibînim ku zarok jî keviran kom dikin û li ser tabloyên me hin tiştên din zêde dikin, ez pirr kêfxweş dibim.
Gava em aciz dibin û berê xwe didin perava behrê, em rastî gelek tiştan tên. Her wiha gava mirov li perava bahrê çav bi kevirên rengo rengo dikevin, yekcar dixwazin wan keviran li kom bikin û ji van keviran tiştinan derxin ango berhemên piçûk çêkin. Mamosteyê huner Justin Bateman jî bi kevirên li perava behrê tabloyên navdar yên şêwekaran çêdike. Ev tabloyên wî bala gelek kesan dikişînin ser xwe û berê mirovan didin peravê. Wî heta niha tabloyên Leonardo da Vinci û Johannes Vermeer û gelek şêwekarên navdar yên dinyayê li perava behrê çêkirine.
Justin Bateman ji bo van tabloyên xwe karibe çêke kevirên li peravê kom dike û bêyî ku ew wan boyax bike, li gorî rengê keviran biryarê dide kîjan kevirî bi kar bîne ji bo tabloyên xwe. Ji bo tabloyekê ji keviran çêke bi qasî 3-4 saetên li ber vî karî dixe. Gava ew tabloyê bi dawî dike, tabloya xwe li peravê dihêlê û diçe. Justin Bateman dibêje, ev hestek cuda ye ku tabloyê bi xwe re nabe malê û li wir dihêle.
Wek tabloyên rastîn in
Tabloyên Justin Bateman eynî wek yên rastî xuya dikin. Rengên keviran serketî hildibijere û li gorî piçûkbûn û mezinbûnê, wan bi kar tîne. Her wiha ew bi van rengan ronahiyê jî baş derdixe holê û gava mirov ji dûr ve li van tabloyan dinihêre, li ber bedewiya wan matmayî dimîne. Mirov wisa dihizire ku ew tabloyên rast in û hin kesan ev tablo li peravê ji bîr kirine.
Justin Bateman ji Îngilistanê ye û tabloyên xwe jî li perava “Southsee” çêdike. Helbet ew ne bi tenê ye, şagirtên wî û hevalên wî jî hene ku piştgiriyê didine xebatên wî û pê re alîkariyê dikin. Justîn Bateman van tabloyan bi hevalê xwe yê hunermend Tony Brooks re çêdike û bi hev re stîleke nû diceribînin. Ew ji bo van tabloyên xwe ji xeynî kevirên xwezayî yên li peravê tiştekî din bi kar naînin.
Boyaxa çi, kevir çi be, ew e!
Justin Bateman derbarê tabloyên bi keviran de dibêje, “Armanca sereke ya hunerê me ew e ku em hin dîmenên mayînde li perava behrê bihêlin û bikin ku perav veguhere rewşa xwe ya berê ya orîjînal. Ev dîmen ango tablo bi keviran hatin çêkirin û me qet ev kevir boyax nekirin. Rengên keviran ên xwezayî ne. Me li gorî rengan kevir ji hev cihê kirin û nêzî 16 rengên cihê kevir dîtin. Beriya em li peravê van tabloyan çêkin, em li malê amadekariya xwe dikin û gava tên peravê jî dîmenên di hişê xwe de bi keviran li hev rast dikin û di dawiyê de van dîmenan derdixin holê.”
Justin Bateman li “Koleja Fareham” mamostetiya huner dike û gelek şagirtên wî hene. Ew carinan bi şagirtên xwe re diçe behrê û li wir li ser huner nîqaşê dikin. Fikra çêkirina tabloyan ji keviran jî ji nav van nîqaşan derketiye holê. Justin Bateman vê fikrê afirîner dibîne û li ser vê fikrê disekine.
Justin Bateman dibêje, ew ji bo şagirtên xwe her tim li teknîk û rêyên nû digere û ji bo huner li ber dilê wan xweş bike û bi wan bide hezkirin, wî heta niha gelek tiştên bi vî rengî ceribandine.
Zincîrên galeriyan qetandin
Justin Bateman dibêje, “Ez her tim şagirtên xwe dibim nav daristanê û ji wan dixwazim bi malzemeyên xwezayî tiştinan biafirînin. Ji bo keviran jî me pêşî derbarê konseptê de nîqaş kirin. Ji hêla teknîkî ve hevalê min Tony pispor bû û ew pirr bû alîkar. Me nexwest galeriyek li ser me şertên xwe ferz bike û me bi sînor bike. Ji ber vê yekê me biryar da ku em van tabloyên xwe li perava behrê çêkin.”
Justin Bateman herî dawî dibêje, kesên li perava behrê digerin gelekî vî hunerî diecibînin: “Gava diçim, dibînim ku zarok jî keviran kom dikin û li ser tabloyên me hin tiştên din zêde dikin, ez pirr kêfxweş dibim. Ev tiştekî bêhempa ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN