Tabloyeke winda ya Gustave Klimt hat dîtin

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 29 Çile 2024 - 02:55

Tabloyeke şêwekarê Awusturyayî Gustave Klimt ê nû hate dîtin. Tabloya ku bi salan windabû li Viyanayê, li odeyê dîwarê vîlayekî daleqandî hate dîtin. Tabloyê Gustave Klimt ê nû hatiye dîtin heta niha tenê di wêneyekî reş û spî de dihat zanîn lê tu kesî tabloyê resen nedîtibû.

Pisporên hunerê dan zanîn ku tabloyê bi navê “Portrait of Fraulein Lieser” ê Gustave Klimt qederê 100 sal çêbûn ku winda ye. Herî dawî di sala 1925’an de hatibû nîşandan û jê pê ve kesî ev tablo nedîtibû. Tablo aîdî malbata Lieser a Cihû bû. Ev tablo yek ji wan berhemên dawî ye ku Gustave Klimt çêkiriye. 

Tablo dê di muzayedeyê de were firotin û pereyên ku ji bo tablo werin jî ew ê bexşî malbata Lieser bikin. Lê beriya tablo were firotin ew ê li Ingilîstan, Elmanya, Swîsre û Hong Kongê were nîşandan. Muzayedeya bi navê “Im Kinsky” ku navenda wê li Viyanayê ye got; “Dîtina vî tabloyê sansasyon e. Yek ji portreyên herî xweşik ê Gustave Klimt e ev berhem. Demek dirêj çêbû ku Ewrûpeya Navîn tabloyekî wiha giranbiha nehatibû dîtin.”

Gustave Klimt di bin tesîra bizavên weke sembolîzim û art nouveau de mabû. Her wiha ew yek ji pêşengên “Viyana Sezession” bû jî. Ew herî zêde bi tabloyê xwe yê “The Kiss” hate naskirin. Gustave Klimt sala 1918’an jiyana xwe ji dest da. 

VIYANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.