Tabloyeke nû yê Raffaello hat dîtin

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 26 Çile 2023 - 00:37

Akademîsyenên Ingilîz li ser tabloya bi navê “Brecy tando” ku nû hatiye dîtin, lêkolîn kirin û piştî lêkolînan diyar kirin ku îhtimal heye ew, tabloya Raffaello Sanzio (1483-1520) be. Raffaello ku bi tabloyên xwe yên “Madonna” navdar e, şêwekarekî navdar yê serdema Ronesansê ye. Ew jî weke Michelangelo û Leonardo da Vinci yek ji wan hosteyên mezin ên heyama Ronesansê ye.

Akademisyenên Ingilîz bi riya teknolojiya aqilê çêkirî rûyê tabloyê ku hatiye dîtin, lêkolan û bi tabloyên Raffaello re dan ber hev. Piştî danberhevê, derket holê ku ew pirr dişibin hev û ji ber vê yekê gotin, ev tabloya nû hatiye dîtin ya Raffaello ye. Akademisyenan her wiha li ser pîgmentên tabloyê jî xebitîn û diyarkirin ku pîgmentên li ser tablo yên dema Ronesansê ne û ev tabloyeke resen e ango ew ne kopya ye!”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.