Polêsên Atînayê diyar kir ku wan tabloya bi navê “Serê Jinê” ya Picasso û tabloyeke şêwekarê Holandî Piet Mondarin a ku di sala 1905’an de hatibû çêkirin, dîtine.

Ev her du tablo jî tevî tabloyeke din sala 2012’an ji “Galeriya Neteweyî ya Atînayê” hatibûn dizîn. Polêsên Yewnanî, piştî operasyonekê ev tablo bi dest xistin. Hat gotin, tabloyên hatine dizîn, li keviya geliyekî hatine veşartin û têkildarî operasyonê kesekî Yewnan hatiye girtin.

Tabloya “Serê Jinê” bi şêweyeke kubîst hatiye çêkirin û Pablo Picasso sala 1949’an ev tablo diyarî “Galeriya Neteweyî ya Atînayê” kiribû. Her wiha Picasso gotibû, ev tablo nîşaneya berxwedana li hember Nazîyan e û wî bi van hîsan tablo çêkiriye.

ATÎNA