Tabloya talana xwezayê

Pêncşem 10 Tebax 2023 - 01:02

  • Li herêmên Cûdî, Besta, Gabar û Çilênimêja yên Şirnexê birîna daran ku cerdevanan dabûn destpêkirin dewam dike. Di nava 3 salan de 37 qadên daristanan hatin şewitandin û li 67 herêman jî dar hatin birîn. 

ZEYNEP DURGUT/MA/AMED

 

Herêmên Besta, Cûdî, Gabar û Çilênimêja yên Şirnexê 3 sal in tên şewitandin û darên lê tê birîn. Darên ku di van 3 salên dawî de di bin navê “ewlehiyê" de li herêmê tên birîn dibin bajarên cuda û difiroşin. Li herêmên bêdar tê hiştin jî qereqol tên çêkirin. Xelkê herêmê ku darên wan beyî daxwaza wan tên birîn heta niha bi dehan caran serî li Midûriyeta Daristanan a Bajêr dan û derbarê mijarê de doz vekirin. Lê belê li dijî birîn û qirkirina xwezaya herêmê bêdengiya rêxistinên sivîl a civakî jî didome.  

Şewatên ku di nava 3 salan de li herêmên Çiyayê Cûdî, Besta û Gabar derketine wiha ne: 

- 2'yê Tebaxa 2020’an: Li Herêmên Şerevan, Çemê Mezin, Xare Kuna û 3 noxteyên din ên cuda yên Bestayê şewat derket. 

- 15'ê Gulana 2021'an: Piştî operasyona leşkerî li quntara Çiyayê Cûdî ya li gundê Milgaşantiyê yê Şirnexê şewat derket. Şewat ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin.

- 7'ê Hezîrana 2021’an: Li bejahiya gundê Şaxê ku li quntara Çiyayê Cûdî ye, piştî gulebarana leşkerên ji tabûrên derdorê careke din şewata daristanê derket. Şewata ku mudaxile lê nehate kirin xwe bi xwe vemirî.

- 9'ê Hezîrana 2021’an: Ji ber gulebarana ku ji qada baregeha leşkerî ya li herêma Deriyê Cebraîl a Çiyayê Cûdî şewat derket, agir xwe bi xwe vemirî.

- 13'ê Hezîrana 2021’an: Li Gabarê ji ber gulebarana ku ji aliyê Tabura Zêwê ya li quntara Çiyayê Gabarê şewat derket.

- 20’ê Hezîrana 2021’an: Li quntarên Çiyayê Cûdî yê bejahiya gundê Hesena yê navçeya Silopiyayê şewat derket.

- 28'ê Hezîrana 2021’an: Li Besta ya di navbera bajarên Sêrt û Şirnexê de şewat derket. Şewat li Girê Givara, Besta Hincê, Germav û Kanîfeşkê belav bû. Di encama şewatê de bi hezaran darên li herêmê tune bûn. 

- 1'ê Tîrmeha 2021’an: Ji qada baregeha leşkerî ber bi qada daristanê ya li bejahiya gundê Guwanisê yê navçeya Elkê ve bombeyên gazê hatin avêtin û şewat derket. 

- 12’ê Tîrmeha 2021’an: Piştî operasyona leşkerî, li herêma Gêra Mêrg û Mar a li herêma Besta agir bi daristanê ket.

- 15'ê Tîrmeha 2021’an: Ji ber bombebarana helîkopteran herêma Besta şewitî. Piştî rojekê agir xwe bi xwe vemirî. 

- 15'ê Tîrmeha 2021’an: Li herêma Dehla Şêx a li qiraxa Çemê Dîcleyê di navbera gundên Bafê  û Erzenax ên navçeya Hezexê de ye, ji ber gulebarana leşkeran şewat derket. Şewat bi mudaxeleya gundiyan hat vemirandin.

- 16'ê Tîrmeha 2021’an: Li Çiyayê Cûdî ji ber gulebarana leşkeran şewat derket.

- 20'ê Tîrmeha 2021’an: Li gundê Spîndarok a quntarê Çiyayê Cûdî ji ber topbarana tabûrê agir bi daristanê ket. Şewat piştî rojekê xwe bi xwe vemirî. 

- 4’ê Tebaxa 2021’an: Li bejahiya gundê Gundikê Remo yê li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket. Agir xwe bi xwe vemirî.

- 7'ê Tebaxa 2021’an: Di danê êvarê de li goristana bajarokê Bespîn yê navçeya Silopiyayê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Şewat ji aliyê tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Silopiyayê ve hat vemirandin.

- 13'ê Tebaxa 2021’an: Ji ber gulebarana leşkeran a li qada daristanê ya gundê Sêtkar a navçeya Elkê şewat derket. Şewat piştî 3 rojan xwe bi xwe vemirî.

- 17’ê Tebaxa 2021’an: Li herêma Girêhirmo ya Çiyayê Cûdî şewat derket. Şewat bi mûdexeleya welatiyan hate vemirandin. 

- 19’ê Tebaxa 2021’an: Li herêma Zêra Kêrê ya Çiyayê Cûdî şewat derket. Agir xwe bi xwe vemirî.

- 26’ê Tebaxa 2021’an: Ji ber bombebarandina helîkopteran li gundê Mêhrîna yê herêma Besta şewat derket. Piştî 5 rojan agir xwe bi xwe vemirî. 

- 29’ê Tebaxa 2021’an: Şewata ku li herêma Qurta Xanê ya Bestayê derketibû, piştî hefteyekê xwe bi xwe vemirî. 

 

Li hin deran şewat hefteyekê dewam kir

- 31'ê Tebaxa 2021'an: Li herêma Kanîmirê ku dar lê hatin birîn şewat derket.

- 20'ê Tîrmeha 2021’an: Li Çiyayê Cûdî piştî topbaranê şewat derket. Tu mudaxele li şewatê nehat kirin.

- 1'ê Îlona 2021’an: Li noxteya Girêbestkê ya Bestayê şewat derket.

- 3'yê Îlona 2021’an: Şehîdgehên Besta Mehûjik, Genîferşik, Gundikê Mîrzo, Quntarê Mendêcelê û Besta şewat derket.

- 4’ê Îlona 2021’an: Li herêmên Awdehlê, Nala Gêtkê, Xaya Sîm, Gêrê Beraza yên Bestayê şewat derket.

- 18’ê Îlona 2021’an: Li bejahiya bajaroka Gundikêmelê yê li quntara Çiyayê Cûdî şewat derket.

- 19'ê Îlona 2021’an: Li herêma Çiyayê Gabarê ya li Şirnexê operasyona leşkerî dest pê kir, li herêma Êwan û Benat di encama gulebarana helîkoptereke leşkerî de şewat derket. Şewata ku hefteyekê dewam kir, bi hinceta “ewlehiyê” mudaxele nehat kirin.

- 22’yê Îlona 2021’an: Şewata ku beriya hefteyekê li Çiyayê Gabarê derket li herêma Derşêw jî belav bû.

 

Nehêlan xelk jî vemirîne

- 10'ê Cotmeha 2021’an: Li bejahiya Gundikê Remo ya li quntara Çiyayê Cûdî li qada daristanê şewat derket. Şewata ku sedema wê nehat zanîn, nehat vemirandin. 

- 5'ê Cotmeha 2021’an: Li qûntarên Çiyayê Gabarê yên li navçeya Basayê şewat derket. Sedema şewata li bejahiya gundê Zêwê ku Qereqola Jendermeyan a Akdizgîn lê ye, kifş nebû.

- 6'ê Mijdara 2021’an: Li herêma Geliyê Gurdîla  ya Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket.

- 31'ê Tebaxa 2022'yan: Li herêma Kanîmir a ku dar lê tê birîn şewat derket.

- 29’ê Hezîrana 2023’yan: Li herêmên Girê Helizê û Çemê Mazî yên herêma Besta ya Şirnexê şewat derket.

l 24'ê Tîrmeha 2023'yan: Li herêma Tîkera Cûdî şewat derket.

- 26'ê Tîrmeha 2023'yan: Li herêma di bin çavdêriya leşkeran de li herêmên Sorbitmê û Gera Mihetê şewat derket.

Bi tu awayî pêşiya şewatên ku di sala 2020'an de dest pê kiribûn nehatin girtin, kesên ku xwestin mudaxileyî şewatê bikin jî bi hinceta “ewlehiyê” destûr nehat dayîn. Li herêma ku gelek daristan lê şewitîn, vê carê jî bi tevlibûna cerdevanan di bin çavdêriya leşkeran de dest bi birîna daran hate kirin. Li deverên ku dar lê hatin birîn û tên birîn jî şûna wan qereqol û kûle hatin çêkirin.

 

Cihên ku dar lê dibirin 

Li herêmên ku 3 sal in birîna daran lê berdewam dike jî wiha ne:

Li herêmên Girêsêvê, Baçûka, Çemê Mezin, Girêheliziyê, Şehrewan, Piştreşo, Kenîya Rengîn, Çala fileyan, Nizarê Kuştîyan, Kenîya Kurta Dizan, Besta Warên Şeref, Kemaloga, Zirvî, Deşt Kîxê, Piha, Girê Gavan, Çala Tehla, Nizarê Elî Sorkê, Nala Kitkê, Qaranîs, Cinîwer, Kenîyamîr, Rîsor, Çemê Benê, Rêrêqut, Banga, Xaşîxan, Girêqirsîn, Bindarîn, Xargirê, Belûzê, Dolasperê Girêgivara,Girêmizgeft, Çiyapîro, Girê Helizê û Çemê Mazî yê Bestayê 3 sal in dar tên birîn. Gelek ji van herêman bêdar hatin hiştin. 

Li herêmên Deriyê Çirçiro, Çala Nêriyan, Avreşka, Xera Pîno, Duguhka, Çalazêrê, Keniyamerwe, Çalaverya, Serêdehlê, Cifanê, Hesena, Gundikspîndarok, Gundikremo, Hîsaramîra, Nevava, Aked, Gilindor, Avçinara, Tûşenga, Deriyêkera, Girêçolya, Girêmihetê, Sorbitme, Biliga,Girçolya, Kuxênduguhka, Çalagoza û Çalaneyira ya Çiyayê Cûdî birîna daran ku hatiye destpêkirin didome.  

Li herêmên Zivingê û Çiyayê Bizina yê Gabar û Çilinimêja jî birîna daran ku hatiye destpêkirin bênavber didome.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.