Ta û derbirîna hestên Shiota

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 16 Cotmeh 2024 - 00:33

Hunermenda Japonî ya bi navê Chiharu Shiota bi enstalasyonên xwe yên ta tê zanîn û naskirin. Ew hunera ku bi ta ava dike weke “derbirîna hestên” xwe pênase dike û bi ta enstalasyonên gelekî mezin sêwirandine. Bi van enstlasayonên xwe yên bi ta hatine çêkirin balê dibe ser têkilî, nasname û tiştên windayî.

Ji bilî van mijaran Chiharu Shiota bi hafize, hebûn û koçberiyê jî dadikeve. Enstalasyonên wê van babetan jî şirove dikin. Ji xwe ew hunera xwe weke terapiya xemên xwe diyar dike. Xem û nihêrînên wê yên di derbarê insanan û dinyayê de.

Chiharu Shiota herî zêde ji tayê sor û spî hez dike û wan bikartîne. Tayê sor ji bo wê nîşaneya xwînê ye û balê dibe ser têkiliyên insanan. Her wiha tayê spî jî weke valahiyekê dibîne û di heman demê de wek destpêkên nû jî dinirxîne.

Hefize û agahiyan tevlîhev dikin

Chiharu Shiota ji Japonyayê koçî Elmanyayê kiriye û li Berlînê bi cih bûye. Ji ber di navbera Japonya û Elmanyayê de pir çûye û hatiye gelek caran li bîranînên xwe fikiriye û gotiye “Heger hafizeya min tine be ez nikarim xwe rave bikim.” Chiharu Shiota di derbarê hafizeyê de dibêje; “Civakên nûjen hefize û agahiyan tevlîhev dikin. Weke nimûne niha em berhema aqilê çêkirî ya bi navê ChatGPT bikartînin, weke bernameyeke hafize û agahiyan. Lê li gor min hafize ji agahiyan bêhtir bi hestan ve girêdayî ye.”

Ta bû dermanê xitimandinê

Chiharu Shiota di derbarê lêgerîna hunerê de û dîtina şêwaza xwe de jî dibêje; “Ez bi şêwazeke kevn tevnkariyê nakim lê ez bi saya ta xêzan dikşînim çawa ku bi qelemê li ser kaxizekî xêz bikim. Piştî demekê ev xêzên min tevlîhev dibin û dibin girêk. Eynî weke têkiliyên di navbera insanan de. Ji mêj ve min dixwest bibim şêwekar lê tiştên ku min li ser tuwalê çêdikir weke berhemên kesên din dihatin xuyakirin. Lêgerîneke min hebû lê hîna jî min ji xwe re şêwazeke resen peyda nekiribû. Rojekê min bi ta hin tiştan çêkir û ev tişt gelek çû li xweşa min. Ez di teknîka boyaxa zeytî de xitimî bûm lê ta bû derbirîna hestên min. Min çi bixwesta bi dikarîbû bi ta çêbikira.”

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.