Swêd wê zextê li Tirkiyeyê bike

Çarşem 21 Cotmeh 2020 - 16:55

  • Nûnerê Swêdê yê taybet bi doza Sûriyê, Bear Ornius got, “Em ê bi dewamî balê bikişînin ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê û li ser mijara vegerandina koçberan kar bikin.”

Nûnerê Swêdê yê taybet bi doza Sûriyê, Bear Ornius bi koçberên Efrînê re ku bi darê zorê ji malên xwe hatine derxistin, civiya û got, “Em ê bi dewamî balê bikişînin ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê û li ser mijara vegerandina koçberan kar bikin. Her wiha em ê li rêbazên çareserkirina doza koçberan bi civaka navneteweyî re lêkolînê bikin.”
Li gorî koçberên ku doh bi şandeyê re hevdîtin kirî, hevdîtin li ser daxwaza Wezareta Karên Derve ya Swêdê li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişloyê pêk hat.
Nûnerê wezaretê Bear Ornius û şêwirmenda Peymangeha Aştiyê ya Ewrûpayê Evîn Çetîn li ser navê Swêdê, Arîfe Bekir, Şerîf Mihemed û Emîn Mihemed jî li ser navê koçberên ji Efrînê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de koçberên Efrînê rewşa Efrînê ya piştî dagirkeriya dewleta Tirk, binpêkirinên çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê wekî destdanîna ser malên sivîlên Efrînê û dizîna milkên wan û firotina wan li sûkan, destavêtina jinan û kuştina sivîlan, nîqaş kirin.
Koçberan îşaret bi rewşa koçberên li kampên koçberiyê, guhertina demografîk a piştî dagirkeriyê, koçberkirina xelkê Efrînê kir û bal bire ser bicihkirina malbatên çeteyên ji Xûta û Cerablusê li şûna wan.
Di dawiya hevdîtinê de, Bear Ornius bi civîneke çapemeniyê got, hikûmeta Swêdê wê dewamî balê bikişîne ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê û wan eşkere bike. Wî got, Swêd wê li ser mijara vegerandina koçberan kar bike, li rêbazên çareserkirina doza koçberan bi civaka navneteweyî re bigere û zextê li Tirkiyê bike da ku ji herêmê vekişe.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.