Wekîla Sosyalîst a Swêdê, Amîneh Kakabaveh got, divê destûr neyê dayin ku polêsên Swêdê Kurdan krîmînalîze bikin.

Piştî ku doza têkilî kuştina Serokwezîrê berê yê Swêde Olof Palme hate girtin û hate eşkerekirin ku ti têkiliya PKK'ê bi dozê re nîne, rêxistinên Kurd û nûnerên partiyên siyasî ji Swêdê xwestin ku ji Kurdan lêborînê bixwaze û PKK'ê ji nav lîsteya terorê derxe; lê li şûna vê, polêsên Swêdê zexta li ser Kurdan zêde kir, miracaeta penaberiya siyasî ya gelek Kurdan hate redkirin. Kakabaveh bal kişand ser qanûnên terorê ku 1'ê Adarê sazkar bûne, û ji bo DAIŞ'ê hatine hazirkirin, lê ji DAIŞ'ê bêhtir li ser Kurdan tên tetbîqkirin.

Kakabaveh diyar kir, piştî ku ev qanûn lê bûye, ti kes ji DAIŞ'ê nehatiye dadgehkirin, yan jî dersînorkirin, lê polêsên Swêd 30 Kurd ji bo ewlehiya Swêdê weke têhlûke nîşan dane û ew deqandine.

Wekîla Sosyalîst deqkirina Kurdan û krîmînalîzekirina Kurdan a bi destê Swêdê ku di nav koalîsyona navneteweyî ya dijî DAIŞ'ê de ye û destekê dide gerîlayên Kurd ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê weke 'durûtî'' nirxand.
Kakabaveh diyar kir ku polêsên Swêdê hewl didin ku HDP'ê weke rêxistineke krîmînal nîşan bidin: ''Zextên polêsên Tirk ên li Kurdistanê û Tirkiyê yên li dijî HDP'ê li vir jî polêsên Swêdê dikin.''

Kakabaveh bi bîr xist ku heta niha 30 Kurd hatine deqkirin: ''Ne Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û ne jî parêzer nizanin bê ka ev mirov bi çi têne tawanbarkirin. Ev, ji ber ramanên wan, deqandina mirovan e. Polêsên Ewlehiyê yên Swêdê ne li ser terorîstên DAIŞ'ê û nîjadperestan, lê li ser penaberên ji rêzê, lil welatiyan zextê dikin. Kurd li dijî vê helwêsta polêsan divê xwedî helwêsteke hevpar û xurt bin.''

ANF/STOCKHOLM