Sûrî divê rewşa awarte û seferberiyê ragihîne

În 8 Tîrmeh 2022 - 21:33

  • Lihevkirina di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de ji bo parastina sînorê Sûriyê, lihevkirineke biratiyê ye. 

Sekreterê giştî yê Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyê, Mistefa Qelacî bal bire ser metirsiya pîlanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û bang li Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê kir da ku li hev bikin. Wî bang li Sûriyê hemûyî kir da ku li dijî dagirkeriya Tirk seferberiyê ragihîne.

Li gorî nûçeya Yehya El-Hebîb a di ANHA´yê de wî gotiye, “Lihevkirina di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de ji bo parastina sînorê Sûriyê, lihevkirineke biratiyê ye. Diviyabû ev yek destpêkê pêk bihata. Ji ber ku yên rastî êrişan tên xelkê Sûrî ne û xaka wan tê dagirkirin û berpirsiyariya parastina wê berpirsiyariya hemûyan e. Tişta em dibînin gaveke rast e."

Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte li seranserî herêmê li hember astengî û gefên artêşa Tirk a dagirkeriyê û amadekariyên dagirkeriyê, ragihandibû.

Girêdayî wê Mistefa Qelacî got, “Ya rastî divê ragihandina rewşa awarte li herêmên Rêveberiya Xweser ji aliyê hikûmeta Şamê û hemû aliyên din ên ku dikarin parastina Sûriyê bikin, diviyabû bihata ragihandin, ji ber ku êriş ne li dijî aliyekî tenê ye, lê belê li dijî Sûreyeyiyan hemûyan e."

ŞAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.