Kedkarê civaka Êzîdî, dilxwazê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Suleyman Bariş (Silêmanê Tiho) kiras guhert.
Suleyman Bariş di nava civakê de weke "Apê Silêman" dihate naskirin. Wî 10'ê Tîrmeha 2021'ê wefat kir.
Suleyman Bariş ji ber nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin, li nexweşxaneya Helîos Klînîkûm a bajarê Elmanyayê Hildesheimê di 72 saliya xwe de kiras guhert.
Suleyman Bariş ji gundê Zewra yê navçeya Wêranşar a Rihayê, sala 1977'an koçî Elmanyayê kiribû û ji hingî ve bêrawestan xizmeta gel û têkoşîna azadiyê dikir.
Suleyman Bariş her wiha yek ji xizmetkarên Heyva Sor a Kurdistanê bû.
HILDESHEIM