Sûdê ji ezmûna jinan bigirin

În 7 Adar 2025 - 03:00

Çalakvana hiqûqî ya ji Mexribê Xedîce El Riyadî ezmûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek modela birêxistinkirina civaka demokratîk ji bo Sûriyeya nû nirxand û bang li tevahî jinên sûriyeyî kir ku sûdê ji vê ezmûnê wergirin.

Çalakvana mafên mirovan a ji Mexribê (Fas) Xedîce El Riyadî bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rewşa jinên Rojhilata Navîn, bi taybetî jinên Sûriyeyê nirxand.

Xedîce El Riyadî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser berdêlên ku jinên Rojhilata Navîn dane û got: "Li Rojhilata Navîn jinan hem di bin siya pergalên destpotîk de, hem jî di bin desthilata komên tundraw de û hem jî di dema şer û pevçûnên çekdar de berdêlên gelekî mezin dan. Gelek ji wan heya niha berdêlên mezin didin, wekî jinên filistînî ku li hemberî şerê qirkirina komî yê li dijî gelê wê efsaneyên sekin û berxwedanê raber kirin.”

Dîktatorî nehat rûxandin

Xedîce El Riyadî îşaret pê kir ku rûxandina rejîma Beşar Esed di Kanûna 2024’an de nayê wê wateyê ku dîktatorî teqez hilweşiyaye û diyar kir ku qonaxa avakirinê ji serdema şer û pevçûnan kêmtir nîn e.

Beşdariya xurt û birêxistinkirî ya jinan

Der barê pêvajoya derbasbûnê de jî Xedîce El Riyadî wiha got: "Di pêvajoya derbasbûnê de beşdariya xurt û birêxistinkirî ya jinan hewce dike ku di çarçoveya lihevhatinên siyasî yên di navbera aliyan de mafên wan nekin qurbanî. Nemaze dema ku xwediyên hêzê xwedî meyleke paşverû bin ku ne bi wekhevî û ne jî bi rola jinan di avakirina aşitiyê de bawer dikin. Ev yek jî tevgera femînîst a li Sûriyeyê li pêşberî arişeyan rû bi rû dihêle. Ev arîşe li ser jinan ferz dike ku hevbendiyên pêwîst ava bikin û seferber bibin. Di heman demê de beşdariyeke bihêz û avakirina stratejiyên têkoşînê yên têrker ferz dike ku daxwazên jinan bi cidiyet werin nirxandin.”

Daxwaza jinan 

Xedîce El Riyadî anî ziman ku temsîliyeta jinan di saziyên siyasî de mijareke bingehîn e û got: "Ji bilî jinan bi xwe tu kes berjewendiyên wan naparêze. Girêdana jinan bi çareseriyên aştiyane û siyasî ji hemû pirsgirêkan vebijêrka stratejîk e, ji bo ku welat ji şer û pevçûnên çekdarî dûr bixin. Daxwaza jinan a edaleta dema derbasbûnê jî daxwazeke hiqûqî ya bingehîn e, ji ber ku ji bo derbasbûna siyasî ya ber bi demokrasî, dewleta medenî ya li gorî pîvanên dewleta maf û qanûnê ve, pêvajoyeke girîng e. Edaleta derbasbûnê ya çalak ew e ku li ser esasê edalet, hesabpirsîna ji kesên ku li dijî gelê Sûriyeyê sûc kirine, ava dibe. Ji bo serkeftina vê jî pêwîstî bi rêkeftinekê li ser destûrekê heye ku serweriya temam a gelê Sûriyeyê, cudakirina erkan, garantîkirina mafê çarenûsê, yekitiya axa wan û serxwebûna wan ji hêzên derve destnîşan bike."

Divê ev ezmûn bê xurtkirin

Çalakvana mafên mirovan Xedîce El Riyadî di dawiya axaftina xwe de bang li jinên sûriyeyî kir ku xwe bi rêxistin bikin û ji ezmûnên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûdê wergirin û wiha got: “Jinên sûriyeyî ne tenê di warê têkoşîn û rêxistinbûnê de, di heman demê de di warê bidestxistina destkeftiyên berçav ji bo jinan de xwedî ezmûnên girîng in. Ezmûna pêşeng a jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ku di ware zagonî, siyasî û aborî de destkeftî bi dest xistine ji bo tevahî jinan ezmûneke pêşketî. Divê ev ezmûn were parastin û xurtkirin.”

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.