Sudanî fermana lêkolînê da

Çarşem 15 Sibat 2023 - 00:43

Parlementerê Iraqê Soran Omer nivîseke ofîsa serokwezîrê Iraqê weşand ku tê de ferman hatiye dayîn lêkolîn di derbarê bikaranîna çekên kîmyawî ku dewleta Tirk li nav xaka Herêma Kurdistanê de bikaraniye, were kirin.

Ofîsa serokwezîrê Iraqê- Fermandariya giştî ya hêzên çekdar, daxwaz ji komîsyonên hevbeş ên li nava hikûmeta Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye derbarê bikaranîna madeya fosfor û çekên kîmyewî ku artêşa Tirk di tevgerên dagirkeriyê yên li Herêma Kurdistanê bikaraniye de lêkolîn were destpêkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye artêşa Tirk a dagirker bi salane li beramberî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî bikartîne. Gelek belgeyên vê hovitiya artêşa Tirk radestî hikûmeta Iraq, Neteweyên Yekbûyî, Parlementoya Ewropa û rêxistinên mafên mirov hatiye kirin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.