• Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov ên biçek li Kobanê 2 sivîl şehîd kirin û 4 jî birîndar bûn. Saziyên Rojava bang li Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê kir da ku sûcên dewleta Tirk rawestînin.

Li Kobanê pêr 2 wesayitên sivîl ji aliyê balafirên bêmirov ên biçek (SÎHA) ên dewleta Tirk ve hate bombekirin. Di encamê de 2 sivîl şehîd û 4 jî birîndar bûn. Erebeyên sivîlan gava li pêşiya avahiya Meclisa Edelata Civakî bûn, hatin bombekirin.

Xelk ji ber êrîşa li ser Kobanê Rûsya berpirs dît. Leşkerên Rûs ji ber ku cenazeyên şehîdan lê ne, xwestin serdana morgê bikin lê gel li dijî leşkerên Rûs helwest nîşan da. Leşkerên Rûs paş ve vekişiyan, hingî wesayitên Rûs pê li jineke çalakger kir û ew birîndar kir.

Sînorekî deynin ji sûcên dewleta Tirk re

Meclisa Edaleta Civakî û TEV-DEM yên herêma Firatê bi daxuyaniyên cuda êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser bajarê Kobanê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li herêmê, şermezar kir. 

Têkildarî mijarê Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê daxuyaniyek li pêşiya navenda meclisê da.

Daxuyanî ji aliyê parêzer Azad Ebdî ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye: “Em êrişa dewleta Tirk a dagirker ku duh (pêr) li dijî sivîlan hatî kirin û di encama wê de 2 kes şehîd bûn û hevalê me Bekir Ceradê birîndar bû, şermezar dikin. Ev kiryeke terorîst e û dewleta Tirk bi vê êrişê hemû qanûnên navneteweyî binpê kir.

Em bang li saziyên hiqûqî û mirovî û saziyên navneteweyî, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê dikin ku destwerdanê bikin da ku sînorekî ji sûcên derexlaqî yên dewleta Tirk re deynin.’’’

Hesab ji dewleta Tirk nayê xwestin

Bi heman mebestê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya herêma Firatê jî daxuyaniyek da. Hevseroka tevgerê Hedla Hesen li qada Şehîd Egîd a Kobanê daxuyanî xwend. Bi dehan şênî, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn. 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi hedefgirtina 2 erebeyên sivîlan ku di encama wê de sivîl şehîd bûn, qanûn û hevpeymanên navneteweyî binpê dike. Berdewamkirina van êrişan aştî û ewlehiya herêmî û îstiqrarê têk dibe.

Her wiha hate destnîşankirin ku ji bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî sûcên domdar ên dewleta Tirk û hedefgirtina bajarê Kobanê, gundên wê û sivîlan û gefên wê yên eşkere yên ji bo dagirkriina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tê wateya qebûlkirina van sûcan û diyar kir ku hesab ji dewleta Tirk nayê xwestin.

Di dawiyê de sûcên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan, bêdengiya navneteweyî nexasim a DYE’yê û nepêkanîna Rûsya sozên xwe ku wek hêzeke garantor li herêmê ye hat şermezarkirin û bang li civata navneteweyî hat kirin ku bi awayekî cidî bixebite da ku sûcên dewleta Tirk rawestîne.’’

TEV-DEM`ê her wiha sersaxî ji malbatên şehîdan re û silametî ji birîndaran re xwest.

Bi hovîtî û tundî hedef digire

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) jî li ser êrîşê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Her ku siyaset li dewleta Tirk tengav bû, sivîlên li herêmên Rojava, Başûr û Bakurê Kurdisatnê bi hovîtî û tundî hedef digire. Bi wê yekê tevahî mîsaq, qanûn û mafên mirovan bin pê dike, li gel wê jî çekên kîmyewî li dijî sivîlan bi kar tîne.

Herî dawî jî dewleta Tirk bi firokeyeke bêpîlot naverasta Kobanê bombebaran kir, di encamê de sivîl birîndar û şehîd bûn, di nav de jî zarok hene. Her wiha zirareke mezin gihand mal û milkên sivîlan. Bi wê yekê sûc û kiriyarên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan eşkere dibin. Di 2019’an dewleta Tirk bi Rûsya û DYA’yê re peymana agirbestê îmze kir ku ew û çeteyên xwe êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nekin, lê rojekê jî pabendî agirbestê nebûye. Di encamên êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bênavber li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelek sivîl bûn qurban.’’  

KOBANÊ

Du zarok birîndar kirin 

Artêşa Tirk a dagirker doh jî gundê Şêx Îsa yê Kantona Şehbayê bombe kir û 2 zarok birîndar kirin.  Li gorî agahiyên xwecih bi kêmanî 5 top li gund ketine. 20’ê Cotmehê jî dewleta Tirk a dagirker êrîş biribû ser eynî gundî û du zarok birîndar bûbûn.
Her wiha li eynî gundê du leşkerên rejîma Şamê jî birîndar bûbû.

ŞEHBA