- Şepêla Sûrî ya Çaksaziyê bang li aliyên navneteweyî kir da ku li dijî sûcên dagirkeriya dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi erka xwe rabin. Şepêlê nexasim aliyên agarantor jî ji sûcan berpirsiyar girtin. Wê xwest dewletên Ereb jî li dijî dagirkeriyê xwedî helwêsteke hişktir bin.
Rêxistina Şepêla Sûrî ya Çaksaziyê bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY'yê, NY'yê bixwe û li Komkara Erebî kir da ku ji bo rawestandina sûcên dagirkeriya dewleta Tirk yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevdîrên bi lez bigirin û komîteyeke navneteweyî ji bo lêpirsîna sûcên dagirkeran ava bikin.
Şepêla Sûrî ya Çaksaziyê bi daxuyaniyekê îşaret kir bi girîngiya destekdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di aliyê siyasî, manewî û madî de û got QSD li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sekinî û bi lehengî li ber xwe da.
Şepêla Sûrî ya Çaksaziyê di dewamê de got, "Hîna jî dagirkerên Tirk û komên çete yên girêdayî wê êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Bi taybetî li derdora Eyn Îsayê wan jin, kesên temenmezin û zarok kirin hedef, her wiha zirar dan milkên şêniyên herêmê."
Xwe kerr û kor nekin
Di daxuyaniyê de hate gotin, armanca êrişên dewleta Tirk, temamkirina guhertina demografîk û valakirina herêmê ji şêniyên wê ye wekî li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî: "Heke pirraniya welatên cîhanê û di serî de welatên ku navendên biryarê ne di dosyaya Sûriyê de, çavên xwe li sûcên terorê yên dagirkeriya Tirk negirtibana, ne pêkan bû ku dewleta Tirk vê siyasetê temam bike û sûcên xwe dewam bike."
Rêxistinê civaka navneteweyî jî ji bûyerên li herêmên dagirkirî nîşan da û got, "Em civaka navneteweyî, deste û saziyên wê yên hiqûqî, qanûnî, mirovî û civakî û saziyên civaka sivîl, ji kuştin, rûxandin û koçberkirina şêniyan û dizîna berhemên wan ên çandiniyê berpirsyar nîşan didin. Bi taybetî welatên garantor berpirsyar in."
Tevdîrên bi lez bên girtin
Şepêla Sûrî ya Çaksaziyê xwest tevdîr bi lez bên girtin da ku ev sûc êdî li dijî xelkê neyên kirin. Tevdîrên sereke yên ku rêxistinê pêşniyazkirî, ev in:
- Divê Meclisa Ewlehiyê û NY berpirsyariyên xwe pêk bîne û li ser avakirina komîteyeke navneteweyî ji bo lêpirsîna binpêkirinên dagirkeriya Tirk li bajar, gund û bajarokên Bakur û Rojhilêtê Sûriyê, kar bikin.
- Bang li Komkara Erebî bikin ku di têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re helwêsteke zelaltir nîşan bide.
- Girîng e ku sîstema boykotkirina giştî ya kel û pelên hikûmeta Tirk pêk bê.
- Divê piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk di aliyê siyasî, manewî û madî de bê kirin, ji ber sekna wê ya leheng di parastina sînorên bakur ên welatên Ereban de û berxwedana li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê.
- Li şûna ku piştgiriya QSD`ê bike, em dibînin ku hikûmeta Şamê fitneyê di nava pêkhateyên gelê Sûriyê de derdixe û rola xwe ya sereke wekî parêzvanê welat û welatiyan ji bîr dike.
- Bang li hikûmet û gelên cîhanê yên aştîxwaz dikin li hemberî zordarî û kiryarên dewleta Tirk bisekinin.
Sûcên dagirkeriya Tirk naqedin
Çavkaniyeke ji navçeya Şêrawa ya Efrînê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bi navê çeteyên "Erkên Taybet" cara duyemîn 4 sivîlên gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa revandine.
Li gorî vê çavkaniyê, dagirkeran bi serkêşiya serçete Ebdu Osman, sivîlên bi navên Betal Fethî (42), Hisên Omer Elûş (22), Şêro Mihemed Xelîl (23) û Xelîl Mihemed Elî (21) bi hincetên bêbingeh revandin. Kesên hatine revandin, birine hepsa dagirkeran a li gundê Ebdelo ya navçeya Şêrawa. Dagirkeran ev kes berê jî revandibûn.
Li gundê Basûtê ji 8`ê Nîsanê ve dagirkeran hemleyeke mezin a revandinê daye destpêkirin.
Li kantona Efrînê ya dagirkirî bi awayekî domdar bûyerên kuştin, revandin û xwestina fîdyeyê, her wiha dizî, talan, şewitandina darên zeytûnan û rûxandina cihên dîrokî, li gel bêdengiya civakan navneteweyî pêk tên.
NAVENDA NÛÇEYAN