Sûcên dewleta Tirk didomin

Şemî 6 Çile 2024 - 03:45

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarê Til Temirê topbaran dikin. Di encamê de stasyona ceyranê ji xizmetê derket. Artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê gundên Um El Kêf û Tewîla yên rojavayê navçeya Til Temirê topbaran kirin. Di encamê de zirar li santrala elektrîkê ya 66 K.F bû û stasyona elektrîkê ya navçeyê êdî nikare xizmetê bike. Ji ber topbaranê, ekîbên sererastkirinê nikarin xwe bigihînin stasyonê.

Li aliyekê din çeteyên dewleta Tirk a dagirker di rojên pêş ên sala 2024’an de, 21 welatî li kantona Efrînê ya dagirkirî revandin. Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, çeteyan bi ser malên xelkê de girtine, deriyên malan şikandine, dizî kirine û welatî revadine. Her wiha navendê eşkere kir ku ew bi malbat û xizmên revandiyan re di nava têkiliyan de ne.

Navendê herî dawî bîlançoya sûcên li Efrînê yên di sala 2023’an de hatine kirin parve kiribû. Li gor wê, çeteyan 461 kes revandine. Di nava wan de 24 zarok hene ku temenê wan di bin 18 saliyê de ye, 39 jin û 191 kesên nexweş hene. Tenduristiya 143’ê wan jî xirab e û pêwîstiya wan bi destwerdana lezgîn heye.

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.