Stuttgart bi komeleya xwe şa dibe

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 4 Îlon 2023 - 16:28

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Stuttgartê kongreya xwe li dar xist, rêvebeirya xwe ya nû hilbijart û wê di demeke kurt de bi avahiya xwe ya nû ya komeleyê xizmeta civaka Kurd a li Stuttgart û derdora wê bike. 

Yekşema bihurî li bajarê Elmanyayê Stuttgartê NCDK a bajêr kongreya xwe ya awarte bi rê ve bir. Ji ber ku ev 10 meh in avahiya komeleyê ya li bajêr girtiye, li NCDK a navçeya Esslingenê kongre bi rê ve çû. Ji xwe meclîsê û NCDK´ê xebatên xwe ev 10 mehn in li vir bi rê ve dibirin.

Di kongreyê de meseleyên xwebirêxistinkirinê, têkiliyên bi xelkê re, avahiya komeleyê, têkiliyên derveyê civaka Kurd, komîsyonên Rojava, heq û edaletê, malbatên şehîdan û ciwanan hatin minaqeşekirin. Ji bo meclîsa gel a Stuttgartê a ji 60 kesan jî, Mesut Daghan û Pervîn Şen weke hevserok hatin hilbijartin.

Hevserok Daghan got, “Wexta avahiya komeleya me hat girtin, me cihekî nû peyda kir. Niha tamîra wî cihê xilas bû. Di demeke kurt de em ê bi rêveberiya xwe ya nû li avahiya xwe ya nû a kemelyê xebatên muhim bi rê ve bibin. 

 

Kurdî li pêş e

Daghan got, projeya li pêş û armancên xwe jî wiha vegotin: “Perwerdehiya Kurdî wê bê zêdekirin. Xebatên me yîn hiqûqî û dîplomatîk wê bên zêdekirin. Komîsyona me ya hiqûqê wê li dijî krîmînalîzekirina Kurdan, qedexekirina sembol û alayên wan xebatê bimeşîne. Em ê xebatên xwe yên çandê zêde bikin, bi atolyeyan kalîteya wan zêde bikin. Em ê projeyan bi pêş bixin ji bo destekkirina tîmên futbolê yên Kurdan û sporvanên Kurd.”

Avahiya nû ya komeleyê wê piştî Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 31´ê ya şemiya bê (9´ê Îlona 2023´yan) bê vekirin û navnîşana wê jî li jêr e:

Feurbach Siemensstraße 150
70469 Stuttgart.

STUTTGART

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.