- Tabloya bi navê “The Red Studio” (Studyoya sor) ê şêwekarê Fransî Henri Matisse, piştî bi 100 salan ji nû ve hate zindîkirin.
Tabloya bi navê “The Red Studio” (Studyoya sor) ê şêwekarê Fransî Henri Matisse, piştî bi 100 salan ji nû ve hate zindîkirin. Cara yekem e ku berhemên di tabloya “The Red Studio” de ji hev cuda tên nîşandan. Di tabloya Matisse de 7 wêneyên ji hev cuda, sê peyker û dîzikek seramîk hene. Matisse ev tabloya xwe di sala 1911’an de çêkiribû.
Mattise sala 1911’an, dîwar û esreqa studyoya xwe bi rengê sor boyax kiribû. Rengê sor ê Venedîkê wê demê pirr navdar bû. Wî jî ji ber rengê sor ê Venedîkê, studyoya xwe bi rengê sor boyax kiribû.
NAVENDA NÛÇEYAN