Stratejiya neteweyî divê

Duşem 9 Îlon 2024 - 00:04

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne. Gelê Kurd, van êrişan wek berdewama siyaseta qirkirinê ya li dijî xwe dibîne.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a kantona Cizîrê Kurdiyar Dirêî diyar kir ku AKP û MHP`ê piştî ku gihaştin desthilatê, plan kirin ku osmaniya nû vegerînin û projeya Mîsaqê Millî vejînin û got:"Li esas ev plan sala 2023`yan biketina meriyetê. Lê berxwedana gelê Kurd li hember wê bendeke asê bû. Ne tenê Tirkiye lê belê hêzên herêmî mîna Sûriye û Iraqê jî destê wan di êrişan de heye. Rast e ranegihandine lê bi awayekî veşartî şerê tevgera rizgariyê û destkeftiyên kurdan dikin. Serdema kuştin û tunekirinê çû nema vedigere. Divê ji pirsgirêka Kurd re çareseriyeke siyasî bê dîtin. Her çiqas bikin lê nikarin vê dozê bi kuştin û wêrankirinê ji holê rakin. Dawiyê wê dewletên dagirker li ser masayê rûnin û pirsgirêka Kurd çareser bikin. Divê tevgera siyasî ya Kurd û Kurdistanê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd stratejiyeke leşkerî, dîplomatîk a hevbeş li ser asta Kurdistanê peyda bikin û kongreya neteweyî li dar bixin. Ev erka tevgera siyasî ye, ji ber ku planên kirêt ên niha, ne tenê li dijî parçeyekê ye lê belê li dijî tevahî Kurdistanê ye. Li Hewlêrê siyaseta dewleta Tirk ên li dijî Kurdan tê meşandin. Ev helwest bi awayekî neyînî bandor li kurdan li Başûrê Kurdistanê dike û hebûna kurdan dixe xetereyê."

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Govan Kano jî got:’’Dewleta Tirk ne tenê dijminatiya partiyekê dike lê belê li dijî gelê Kurd bi giştî ye. Dewleteke dagirker e. Dixwaze beşeke Başûrê Kurdistanê dagir bike, kurdan koçber bike ji bo ku demografiya wê biguhere."

Her wiha Govan Kano teqezî meşandina xebatên hevbeş ji bo parastina destkeftiyên şehîdan kir.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.