- Gelo li Kurdistanê çend stran li ser bûk û zava hene? Bi baweriya min bêhejmar e. Weke nimûne; stranên şeva hineyê… Kî hejmara wan dizane? Em tenê dizanin ku her herêmên welatê me stranên xwe cuda xemilandine. Her wiha dema bûk ji malê derdikeve, li hespê siwar dibe û ji hespê peya dibe em kîjan stranan dibêjin?
FIRAZ BARAN
Her bajar û navçeyên me, her eşîr û rêzeçiyayên me xwedî kevneşopiyên taybet in. Ev kevneşopiyên taybet bi xwe re stranên taybet jî diafrînin. Bi salan e ku ez dixwazim li ser vê mijarê rêze gotaran amade bikim. Lê ev ramana çewt her tim bi min re bû. Min digot, “Bihêle ez lêkolînek dûr û dirêj bikim û bi vî rengî biweşînim.” Lê dem û jiyan derbas dibe. Îmtîyazê nade kesî. Îşev min bİryar da ku ez lêkolînên xwe bi we re parve bikim.
Ez bawerim hunermendên ku vê gotarê bixwînin û hevalên ku van stranan dizanin dê xwe bigihînin min û lêkolîna min dewlemend bikin. Ji ber vê dirêjkirinê ez ji heval û hogiran efûyê dixwazim. Ka, em derbasî ber kaniya stranan bibin… Kaniya stranên bûk û zavayên Kurdistanê… Kaniya bêdawî…
Strana Dara Zava
Mi di go dare û dare û dare
Te di go dare û gulî xware
Mi di go dara bûk û zavê
Te di go dare gulî xware
Aliyek sêve yek hinare
Mi di go dare û dare û dare
Aliyek sêve yek hinare
Te di go dare gulî xware
Bûk û zavê jê na xware
Mi di go dare û dare û dare
Bûk û zavê jê na xware
Te di go dare gulî xware
Gotin û Muzîk: Gelerî
Herêm: Mûş
Çavkanî: Rênas Demhat
Berhevkar: Firaz Baran
Min stranbêj Rênas Demhat çend meh berê li bajarê Kolnê nas kir û jê re behsa stranên bûk û zava vekir. Min got: “Ez stranên bûk û zava kom dikim. Ezê kevneşopiya dara zava binivîsim. Gelo li ser dara zava stran hene?” Keniya û yekser ev strana li jor parve kir. Wî stran got û min dengê wî tomar kir. Paşê min nivîsand û jê re şand. Got, “Kak Firaz, stran rast e. Tu dikarî biweşînî.”
Serpêhatiya Dara Zava
Min ev rêûresma Dara Zava ji kurê Dengbêj Huseyno stranbêj Rêber bihîstibû. Çend sal berê em bi hev re tevlî meşa dirêj bûn. Meş li Swîsreyê dest pê kir û hetanî Strasbourgê ajot. Stranbêj Rêber sala 1983’an destpêkiriye û 35 sal di nav dawetan de stran gotiye. Hem li ser dara zava û hem jî li ser dawetan gotibû; “Li Mûşê dema ku bûk dihat hinek ciyan pere, mûj, gûz, hesinê biçûk tevlîhev dikirin û diavetin. Li hinek cihan jî sêveka sor li ser bûkê dixistin. Me ew rexne kir. Ji ber ku bo mêjiyê mirov ne baş bû. Piştî rexneyan sêv qat û qat dikirin û wek mûjê diavetin. Li hin gundan jî dara zava hebû. Wek mînak gundên Aşmanû, Kaso, Xoro ev dar digerandin. Dara zava bi çiqil çekirîbû. Fêkiyên cûrbecûr bi çiqilkên darê ve dadileqandin. Piştî ku destê zava hine dikirin dara zava digerandin û mêvanan her yekî fêkiyek digirt û dixwar. Li Mûşê gundê çiyayî hene. Aliyê kirtika Mûşê dibêjin. Dawetên wan 4-5 roj dewam dikirin. Ji bo hin dawetan hin caran hefteyek me gotiye û lêxistiye. Lewma mêvanan bi xwe re pezek dianîn. Wek mînak… Carna 9-10 mêvan bi hev re diçûn dawetê û pezek bi xwe re dibirin. Ê ku halê wan baş bû 1-2-3 pez bi xwe re dibirin. Bi vî awayî mêvanan piştgirî dida xwediyê dawetê.”
Ji Faruk Sakik agahiyên balkêş
Rojekê (2024) ez û rojnamevan Faruk Sakik bi erebeyê ji Kolnê diçûn Stêrk TV’yê (Denderleeuw). Pirs kir û got: “Tu van rojan li ser çi dixebitî?” Min behsa dawetan kir. Hevalê Faruk xelkê Mûşê ye û bi berfirehî li ser dara zava axivî. Agahiyên balkêş parve kir. Ka em li wî guhdarî bikin: “Li Mûşê darên maziyê pir bûn. Berî dawetê darek tê birîn. Kîjan? Ya ku şaxên wê gelek in. Bi gelemperî darên hişk lê ger neyê dîtin darek nû dibirîn. Bilindahiya darê ji 2 metreyan zêdetir dibû. Roja dawetê wê darê dibin ser mala zava. Mirîşka qewirandî li ser darê datînin. Fêkî, şekir û gûzan jî bi şaxên darê ve girê didin. Ji ber ku dawet bi gelemperî di payîzê de çêdibûn, her tim fêkî hebûn. Balkêş e… Piştî wê jî pûşiyê kesk û sor û zer datînin ser darê. Mîna alê… Ew mala dawetê sembolîze dike. Zava li binê darê li ser kursiyê rûdinîşt. Di stûyê wî de pûşî û egal hebû. Bi stranan govend li dora zava digerandin. Ev heta kengî berdewam dikir? Heta ku koça bûkê xuya dibû…Dema ku gotin: ‘Bûk hat.’ Zava hiltînin. Piştî wê ev dar tê xwarê û zarok dest bi êrîşê dikin! Zarok hemû fêkî û şîraniyan distînin. Ew dar ji mezinan re jî tê pêşkêş kirin, lê bi gelemperî fêkî yê zarokan bûn. Zarok êrîşî dara zava dikirin. Ji bo vî tiştî êrîşkar bûn. Li hev dixistin û fêkiyan ji destê hevdu direvandin.”
Min ji hevalê Faruk pirs kir:
– Di daweta te de jî dara zava hebû an?
– Na xêr. Nifira diya min qebûl bû. Dema ku hêrs dibû, digot: “Bin dara zavatiyê rûnenî.”
– Dayik dema hêrs dibin wiha dibêjin. Lê te çima di dawetê de dara zava nedanî?
– Gund şewitandin. Em hatibûn bajêr. Li bajêr jî salonên dawetan hebûn. Hûnê dara zava li salonê çawa ava bikin? Li gel min wêneyek ku di sala 1979’an de hatiye girtin heye. Wêneya Dara Zava ye. Ev rêûresm îro kêm bûye. Lê kêm be jî hinek ciwan dixwazin û li gundan ev rêûresmên berê dewam dikin.
*Ev nivîs ji malpera kovara Huner hatiye wergirtin.