Statu heqê me ye

Pêncşem 22 Tîrmeh 2021 - 04:09

  • Nezîra Gewriyê: ‘’Niha Rêveberiya Xweser karûbarên zêdetirî 5 milyon kesan, li ser erdekî bêhtir ji sedî 35'ê xaka Sûrîyê ye, bi rêve dibe. Mafê wê heye ku bi awayekî fermî li ser asta siyasî were naskirin.’’

18  û 19’ê Tîrmehê li ser tora civakî  di nav wan du rojan de hema bêje ji her derê dinyayê mirovan destek da kampanyaya #Status4NorthAndEastSyria. Di salvegera Şoreşa Rojava de daxwaza naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û statuya vê ji her demê bêtir xuya bû.  Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê jî balê dibe ser naskirina statuyê û dibêje: ‘’Niha Rêveberiya Xweser karûbarên zêdetirî 5 milyon kesan, li ser erdekî bêhtir ji sedî 35'ê xaka Sûrîyê ye, bi rêve dibe. Mafê wê heye ku bi awayekî fermî li ser asta siyasî were naskirin.’’

Xwe îsbat kir

Nezîra Gewriyê asta ku Rêveberiya Xweser gihaştiyê bi erênî nirxand û wiha dipeyive: “Rêveberiya Xweser li ser hemû astan xwe îsbat kir. Li ser asta leşkerî piştî rizgarkirina herêmê ji komên çeteyan, ewlehî peyda kir. Ji aliyê rêvebirinê ve, ruxmî dorpêça ji hemû aliyan ve û şert û mercên ku tê re derbas dibe, hewl dide tevahiya xizmetan ji şêniyên herêmê re pêşkêş bike.”

Çareseriya herî guncaw e

Nezîra Gewriyê dibêje, naskirina Rêveberiya Xweser daxwaza hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha pê diçe: “Ev daxwazeke rewa ye, ji ber ku pêkhateyên wê li hemberî hemû astengî û zehmetiyan li ber xwe dan, pergaleke demokratîk a pirrengî û hevbeş a li ser bingeha hevpeymana civakî ava kirin ku mafên siyasî, çandî û civakî ji hemû pêkhateyan re misoger kir. Em dibînin ku ew çareseriya herî guncaw a aloziyê û bi dawîkirina nakokiyan e.” 

Jinûve sazkirina hevpeymana civakî

Rêveberiya Xweser rêveberiya gel e. Di vê dawiyê de Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi hemû pêkhateyên herêmê re civiyan. Nêrîn û pêşniyarên wan der barê pêşxistina xebatên Rêveberiya Xweser de girtin. Di encama wan civînan de rêzepêşnûme û pêşniyar hatin girtin. Niha xebat tê kirin da ku ev pêşniyar pêk werin. Ji wan gavan a yekemîn jinûve sazkirina hevpeymana civakî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Vê di çapemeniyê de cih girt

Her wiha Nezîra Gewriyê bi bîr dixe ku Rêveberiya Xweser ji destpêka avabûnê ve hewl dide têkiliyên siyasî û dîplomatîk ên bi gelên din, dewletên navneteweyî û herêmî re pêş bixe û pê re jî hin şande jî tên serdana wan da ku Rêveberiya Xweser kir da ku wê ji nêz ve nas bikin. Li gorî axaftina Nezîra Gewriyê, serdanên şandeyên navneteweyî berdewam in, li derve jî hevdîtin û kongre tên lidarxistin da ku projeya Rêveberiya Xweser were nasandin. Nezîra dibêje: “Em dikarin bêjin ku nêrînên aliyên ku serdana herêmê dikin erênî ne. Ev yek li ser asta çepemeniyê cih girt. Em pê geşbîn in. Em hêvî dikin ku di dema bê de Rêveberiya Xweser were naskirin.” 

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.