Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi wesîleya 8'ê Adarê li herêma Firatê merasîmeke leşkerî li dar xist. Di merasîmê de soza rizgarkirina bajarên dagirkirî hate dayin.
Şervanên YPJ'ê bi meşeke girseyî ber bi qada pîrozbahiyê ve çûn û dest bi şahiya 8'ê Adarê kirin. Piştî meşa şervanan merasîmeke leşkerî pêk hat. Di merasîmê de ji Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Sozdar Dêrîk axivî û bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê.
Sozdar Dêrik got, "8'ê Adarê ji bo me jinan rojeke pîroz e. Di serî de em vê rojê li mîmarê azadiyê Rêber APO pîroz dikin. Rêber APO, me aniye vê rojê, bi taybet jî di nava jinên Kurd de îrade û rêxistinbûn afirand. Ev yek jî li tevahiya jinên cîhanê belav kir. Ji bo wê em bi minetdariyeke mezin, ji Rêber APO re silav û rêzên xwe dişînin.”
Sozdar Dêrik di dewam axaftina xwe de got; “Em dikarin soz bidin ji tevahiya dayikan re ku em ê li hêviya wan xwedî derbikevin. Em soz didin tevahî jinên têkoşer yên li çiya, deştan, bajaran em ê li ser şopa wan bin û ti carî dest ji vê têkoşînê bernedin. Li ser vê bingehê soza me ya herî mezin jî rizgarkirina bajarên me yên ku hatiye dagirkirin e. Ew jî armanca me ya herî mezin e, û li ser wan bingehan em ê heta dawî têbikoşin. Ji ber wê ji bi rihê jinan, bi rengê jinan, bi dilê jinan, bi aqlê jinan em dibêjin, Jin Jiyan Azadî."
NAVENDA NÛÇEYAN