Soz da Efrînê rizgar bike

Duşem 20 Adar 2023 - 00:28

  • TEV-DEM: Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin. Em ê Newroza îsal bikin bingehê têkoşîna xwe ya dîrokî. Bi hevgirtina me ya bi ruhê Newrozê em ê tevahiya herêmên dagirkirî rizgar bikin.

TEV-DEM’ê jî bi boneya Cejna Newrozê peyamek weşand û got, ew ê Efrîna dagirkirî rizgar bikin. Koordînasyona PAJK'ê bi wesîleya Newrozê peyamek bi sernavê "Newroz dîroka vejînê û têkoşîna li dijî zilmê ye, weşand. Hevserokê KODAR´ê Fûat Bêrîtan jî bal bire ser şoreşa Jin jiyan azadî ya li Rojhilat û Îranê û got, ji roja “Rêber Apo dest bi şoreşê” kirî ve, vê şoreşê dest pê kiriye.  

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê PAJK'ê bi rasthatina Newrozê daxuyaniyek da û got, “Gelê me di pêvajoyeke pir giran de roja nû, cejna vejînê Newrozê pêşwazî dike. Lê têkoşîna 51 salan ispat kiriye êş, zor û zehmetî çi dibin bila bibin teqez serketin ya jinan û gelê me ye. Di vê demê de gelê me jinan ev hêvî, bawerî û helwest bi tekoşîna xwe nîşan daye. Hevgirtina gel û jinan ya di erdheja 6’ê Sibatê de mînaka vê yekê bû. Sekin û biryardariya mezinkirina tekoşînê ya di 8’ê Adarê de ku jinan da nîşan helwesta bihêzbûn û meşa teqez serxistinê ye. Li ser vî bingehî em, beşdariya jinan a 8’ê Adarê silav dikin. 

Divê bi vî ruh û coşê di serî de jinên Kurd, ciwan û tevahî gelê me biherikin qadên Newrozê. Qadên Newrozê veguherînin dadgehkirina Erdogan-Bahçelî. Li şûna şînê bigre, hêrsa xwe di hindurê xwe de bipêçe ew ê di vê Newrozê de bi dengekî bilind hesap ji desthilata AKP-MHP’ê ya qirker bipirse. Li ser vî esasî wê ji heft heta heftê salî gelê me, biherike meydanên Newrozê.’’

 

Mîrateya dîrokî ya Newrozê biparêzin

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê jî bi boneya Cejna Newrozê peyamek weşand. TEV-DEMʹê bang li xelkê kir da ku biçinserdana goristanên şehîdan û got, ʹʹRêber Apo ruhê vejînê da nirxên Newrozê û mîrate û çanda îradeya azad a civakê. Bi vê ruhê û bi dirûşma ʹBi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibinʹ, em ê Newroza îsal bikin bingehê têkoşîna xwe ya dîrokî, israra bi dawîkirina tecrîdê û parastina destketiyên dîrokî. Ji ber ku Rêber Apo ji bo gelê me û tevahî gelên azadîxwazî destkeftiyekî dîrokî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya serketina destkeftiyên mê yên dîrokî û serketina îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi hevgirtina me ya bi ruhê Newrozê em ê tevahiya herêmên dagirkirî, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û herêmên din ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin.”

 

Newroz nasname û hebûna gelan e

Hevserokê Komelgeha Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fûat Bêrîtan têkildarî Newrozê tevlî bernameya taybet a Aryen Tv bû û got: “Newroz roja yekgirtina hêzên berxwedanê ye, li dijî zilm, zordarî û ne edaletiyê ye. Roja avakirina sîstema civakî ya hemdem a ji bo hemû civak, çîn û netewe bê cêwazî bi çand, bawerî, ol bi firerengî bi azad bi hev re bijîne. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji roja ku PKK’ê li Gundê Fîsê bi pêşengtiya Rêber Apo dest bi şoreşê kiriye, destpê kir. Ji bo wê ye ku Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ sala xwe ya 50’emîn derbas dike û her diçe weke deryayekê fireh û berbelav dibe. Niha jî keç û kurên li Rojhilatê Kurdistanê li dijî zaliman li qadan li ber xwe didin. Hêzên yekîtiya jinên Zagros nîşan dide ku bi ruhê Newrozê li nava têkoşînê de ne. Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berhema zanista jineolojî ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.