Şoreşger Aydin Gunay wefat kir

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 10 Mijdar 2021 - 23:22

  • Şoreşgerê Kurd Aydin Gunay (Metîn) 3’ê Mijdarê li paytexta Fransayê Parîsê wefat kir. Piştî merasîma cenaze, Kurdistaniya cenazeyî wî ji bo veşartinê şand Kurdistanê. 

Şoreşgerê Kurd Aydin Gunay (Metîn) 3’ê Mijdarê li paytexta Fransayê Parîsê wefat kir. Piştî merasîma cenaze, Kurdistaniya cenazeyî wî ji bo veşartinê şand Kurdistanê. 

Merasîm li banliyoya Parîsê, Villiers-le-Belê hate lidarxistin.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û nûnerên gelek sazî û dezgehên Kurd jî di nav de bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal di merasîmê de got, "Li ser navê KONGRA-GEL, KCK, PKK û hemû hevalên me, em sersaxiyê ji malbatê û gelê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin. Şehadeta heval Metîn ji bo me gelekî giran e. Birayê wî, kurê wî û îro jî ew bûn şehîdên Kurdistanê. Divê em deynê xwe yê ji bo şehîdan fêm bikin.

Ruhê îro yê têkoşîna gerîlayên li Metîna, Zap û Avaşînê, ew ruh e yê ku li hemberî hêzên NATO’yê li ber xwe dide.

Ew fedaiyên Rêber Apo ne. Fedaiyên gelê Kurdistanê ne. Heval Metîn îradeya wan li vir temsîl dike. Heval Metîn di bin banê têkoşîna azadiyê de 27 salan li ber xwe da. Em ê xebatên wî bidomînin. Divê em bi vê berpirsyariyê tevbigerin."

Kurê Aydin Gunay, Mazlûm Gunay di merasîmê de got, “Ji vê qelebalixiyê em fêm dikin ka çiqasî ji bavê min tê hezkirin. Ez serbilind im ku kurê wî me, birayê Azad im û biraziyê apê xwe me.”

Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) Medya Botan jî got, ew hevrê Metîn bi hurmet bi bîr tîne: “Em sersaxiyê ji malbatên me yên şehîdan re, ji gelê Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê ya ku heval Metîn daye me, bi serfiraziyê tacîdar bikin.”

Piştî axaftinan, Kurdistaniyan cenaze hilda û slogana ‘Şehîd namirin’ got.

Cenaze roja Şemiyê êvarî ji balefirgeha Charles de Gaulle ya Parîsê ber bi Wanê ve hate şandin û li cihê ku lê ji dayik bûbû, hate veşartin. 

ANF/PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.