Komelgeha Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) li ser avakirina ‘Sendîkaya Karkeran û Rêxistinên Civakî ya Serbixwe ya Îranê’ û rêziknameya belav kirî daxuyaniyek da û got; “Şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ civaka Îranê şiyar kir û li dora azadî û demokrasiyê kir yek. Ev yekîtî ji bo hemû yekîtî û girseyên civakî bû hêvî, bi vî rengî di nava dîyalektîka şoreşgerî de pêvajoya şoreşê nas kir û rê zelal kir.

 

Avakirina rêxistinan

Di vê demê de avakirina ‘Sendîkaya Karkeran û Rêxistinên Civakî yên Serbixwe ya Îranê’ ku ji aliyê komeke pispor, lêkolîner û akademîsyenan ve hate ragihandin û rêziknameya wê hate belavkirin, cihê kêfxweşiyê ye. Ev tevger dikare piştevaniya Şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ bike.

Em weke KODAR´ê, rêzê ji vê rêziknameyê re digirin. Ji ber ku heta niha civak li ser bingehê xwe ava nebûye, ji bo wê ye Şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ ne ji jor ve berovajî, ji jêr ve ji nava civakê divê bê destekkirin. Ev şoreş û tevgera civakî wê li ser rêya demokrasiyê bigihêje azadiyê.”

NAVENDA NÛÇEYAN