Şoreşa Rojava Şoreşa Ziman e

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 21 Sibat 2024 - 00:49

  • Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê nivîskar Nerîman Evdike da zanîn ku beriya şoreşê zimanê Kurdî li Sûriyeyê qedexe bûye û ji ber wê jî nivîskarên Kurd bi dizî berhemên wêjeyî derdixistin û got, "Şoreşa Rojavayê di heman demê de şoreşa ziman bû.” 

MAHMUT ALTINTAŞ / MA / RIHA

Di serî de gelê Kurd û gelên li herêmê dijîn bi "Şoreşa Rojava" pêngavek dan destpêkirin û Rêveberiya Xweser dan demezirandin. Bi damezirandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ve li ser fikra Rêber Abdullah Ocalan tovên Modernîteya Demokratîk ku demokrasî, ekolojiyê û azadiya jinê esas digire li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatin reşandin. 

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piştî avabûna Rêveberiya Xweser li her qadê jiyanê li gor fikra Neteweya Demokratîk xebatên jinûveavakirinê hatin destpêkirin. Kurd ku welatê wan bûye çar parçe û ji aliyê dewletên serdest ve zimanê wan hatiye qedexekirin bi şoreşa Rojavayê re şoreşa zimên jî dan destpêkirin. Weke her qadên jiyanê ji aliyê huner û wêjeyê ve jî xebatên cur bi cur hatin destpêkirin. Kurd ku berê nedikarîn li Rojavayê bi Kurdî binivisînin û pirtûkên Kurdî qedexe bûn piştî şoreşê weşanxane ava kirin û niha bi awayekî azad berhemên wêjeyî yên Kurdî çap dikin. Ji bo pêşvebirina wêjeya Kurdî jî xebat bênavber berdewam dikin. Berdevka Dîvana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîskar Nerîman Evdike ku têkildarî xebatên wêjeyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, diyar kir ku piştî şoreşê ji aliyê wêjeyê ve jî pêşveçûnên mezin pêk hatine.

Nivîskaran bi dizî dinivîsand

Evdike bi bîr xist ku beriya Şoreşa Rojavayê ji ber ku nivîsandina bi Kurdî li Rojavayê qedexe bûye nivîskarên Kurd rastî gelek zehmetiyan hatine û wiha got: "Beriya Şoreşê zimanê Kurdî li Rojavayê qedexê bû, lê tevî vê yekê jî nivîskarên Kurd bi Kurdî berhemên wêjeyî çap dikirin. Gelek zehmetî dihatin kişandin lê ji bo wêjeya Kurdî ya li Rojavayê bingehek hatibû danîn. Nivîskarên me bi awayekî nefermî lê bi dizî dinivîsandin. Hemû berhem jî ji ber kêmderfetan bi destê xwe dinivîsandin. Pirtûk û kovarên Kurdî bi dizî dihatin belavkirin. Em jî li ser bingeha ku wan nivîskaran ji me re daniye niha dixebitin û berhemên wêjeyî çap dikin. Çapkirina berhemên Kurdî jî gelekî zehmet bû. Gelek nivîskaran bi destê xwe berhemên xwe çap dikirin. Her wiha fêrkirina zimanê Kurdî jî pirsgirêk bû. Ji ber wê jî berhemên wêjeya Kurdî nedigihaştin her kesî. Piştî şoreşê ev rewş guherî."

Piştî şoreşê derfet zêde bûn 

Di berdewama axaftina xwe de Evdike anî ziman ku bi Şoreşa Rojavayê re ji aliyê wêje û ziman ve pêşvêçûnên mezin pêk hatine û wiha pê dê çû: "Şoreşa Rojavayê di heman demê de şoreşa ziman bû. Sazî û dezgeyên ku ji karê nivisînê, wêjeyê dikin êdî bi fermî dikarin karê xwe bikin. Hin sazî beriya şoreşê hebûn, lê derfetên wan kêm bûn. Piştî şoreşê derfetên wan jî zêde bûn. Hin sazî jî piştî şoreşê hatin avakirin. Bi awayekî fermî bêyî ku metirsiyek û qedexe hebe ev sazî bi awayekî azad kar û xebatên wêjeyî dimeşînin. Ev nivîsên ku beriya şoreşê hatibûn nivîsandin gelek ji wan winda bûne, ji ber ku nehatine çapkirin û belavkirin. Gelek nivîskarên beriya şoreşê jiyana xwe ji dest dane, lê lênûskên wan li cem malbata wan in. Ji ber wê jî karê me yî herî sereke ev e ku em xwedî li wan nivîsan û berhemên wan nivîskarên ku tevî zehmetiyan bi zimanê xwe nivîsandine derkevin. Piştî şoreşê gelek ciwanan jî berê xwe dan fêrbûna nivîsandina bi Kurdî. Ji ber wê jî nivîsandina Kurdî zêde bû û çapkirin û belavkirina berhemên Kurdî hîn hêsantir bû. Piştî şoreşê êdî wêşanxaneyên me vebûn. Êdî em dikarin berhemên xwe çap bikin û belav bikin. Ev gavên gelekî mezin in. Em jî dixwazin ku di warê wêjeyê de gavên hê mezin biavejin."

Sazî bi awayekî koordîne dixebitin

Evdike diyar kir ku piştî şoreşê gelek saziyên wêjeyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine avakirin û der barê xebatên wêjeyî de jî ev agahî parve kir: "Di qada wêjeyî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saziya sereke Koordîneya Wêjeyê ye. Koordîneya Wêjeyê di nav xwe de 6 navendên wêjeyê dihewîne. Di hundirê Koordîneya Wêjeyê de Dîvana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Navenda Mezopotamya ya Wergerê, Navenda Şopdarên Rojê ya Belgekirina Berhemên Şoreşê, Wêşenxaneya Şilêr, Kovara Şermola, yek jî Pirtûkxaneya Amara heye. Ev hemû girêdayî Koordîneya Wêjeyê ne û têkiliya hemû saziyan bi hev re heye. Koordîneya Wêjeyî gelek çalakiyên wêjeyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dixe. Dîwana Wêjeyê jî beriya çapkirina pirtûkan xwendin û nirxandinê dikin û piştre weke rapor ji nivîskar re dişînin. Heke pirgirêk hebin ev pirsgirêk tên çareserkirin û pirtûk diçe weşanxaneyê. Wêşanxaneya Şilêr jî wê pirtûkê çap dike. Helbet ne tenê Wêşanxaneya Şilêr hemû saziyên pirtûkan çap dikin divê beriya çapkirinê rapora erêkirinê ji Dîwana Wêjeyê bigrin. Ji bilî Weşanxaneya Şilêr ya giredayî koordîneyê weşanxaneyên serbixwe yên taybet jî hene. Bilî van saziyan jî saziya Yekitiya Rewşenbîran li hemû herêman heye ev jî cûr bi cûr çalakiyan derdixînin û hemû rewşenbîr endamê wê ne. Yekîtiya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê beriya şoreşê jî hebû, lê li Ewropayê kar dikir. Piştî şoreşê li welêt dest bi kar û xebatan kir. Ev sazî ne li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê li Rojavayê heye. Yekîtiya Nivîskarên Kurd, ev sazî jî beriya şoreşê hebû lê piştî şoreşê kar û xebatên xwe berfirehtir û azad dike."

Nivîskarên jin û berhemên wan zêdetir bûn 

Evdike bal kişand ser pergala Neteweya Demokratîk û bandora wê ya li wêjeya wan û got ku piştî şoreşê nivîskarên jin ên Kurd jî hê zêde bûne. Evdike wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema em dibêjin berhama jinê û wêjeya jinê em ne tenê qala bermeke ku ji pênûsa jinê derketiye dikin. Hin berhemên ku li ser pirsgirêkên jinê û doza jinê hatine nivîsandin ev jî ji bo me girîng in. Beriya şoreşê hem hejmara nivîskarên jin û hem jî bermehên der heqê jinê de kêm bûn. Piştî şoreşa Rojavayê me girîngî da nivîsa jinê û nivîskarên jin me dît ku gelek jin hene ku di salên 80'yî û 90'î de dinivisînin lê ji ber ku derfet nedîtine nenivîsandine. Yanî beriya şoreşê jî nivîskarên me yên jin hebûn lê mixabin nekarîbûn derfet bibînin berhemên xwe çap bikin. Lê piştî şoreşê hejmara nivîskarên jin û berhemên jinan hê zêde bûn. Şoreş bandor li hemû nivîsên me dike. Yên ku şerê li Rojavayê û şoreşa wê dîtiye pergala ku me saziya xwe birexistin kir bandor li berhemên wêjeyî dike. Di hemû berheman de meriv Neteweya Demokratîk dibîne. Her wiha di festîvalên wêjeyî de jî hemû rengê Neteweya Demokratîk û hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn xwe di van festîvalan de dibînin. Ev hemû di encama fikrekê de pêk tê û em hemû digihên hev û bi hev du re kar û xebatên wêjeyî dimeşînin."

Divê wêjeya devkî were belgekirin 

Di dawiya axaftina xwe de Evdike anî ziman ku ji ber bêstatubûna zimanê Kurdî wêjeya Kurdî li cihanê di asta ku tê xwestin de deng venedaye û divê behtir xebatên wêjeyî bên kirin. Evdike axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Neteweyeke bindest çiqas kar û xebatan bike jî em dibînin ku ji sedî 20 jî me wêjeya xwe pêşkeş nekiriye. Wêjeya me ya gelerî ya devkî gelekî wê windaye. Wêjeya me ya devkî gelekî dewlemend e û divê saziyên taybet ji bo vê bên avakirin û kar û xebatan bikin ku em karibin wêjeya xwe ya gelerî ya devkî bi belge bikin. Karekî pir mezin jê re tê xwestin. Zimanê me ji bilî Rojava û Başur bê statu ye. Li vir jî piştî şoreşê me dît pirsgirêka rêzimanê heye û li ser wê nakokî û nîqaş derketin. Hê jî li Bakur û Rojhilatê nivîskarên ku erebî dinivîsînin li gor yên Kurdî dinivisînin derfetên wan hîn zêde ne ku berhemên xwe li cihên din jî belav bikin. Lê yên bi Kurdî dinivisînin tenê bi Rojavayê sînorkirî ne. Sedema vê yekê jî bindestbûna zimanê me ye. Ji ber vê yekê jî wêjeya me li cihanê heta asteke deng venedaye. Divê yên li Ewropayê dijîn alîkariya Rojavayê bikin û berhemên wêjeyî yên li Rojavayê derxînin derve û li wir bidin nasandin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.