LUQMAN GULDIVÊ/BRUKSEL
Nûnera Komela Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Meryem Fethî jî Parlamena Ewrûpayê, li Brukselê di konferansa “Şoreşa bi pêşengiya Jinê li Îranê: Gelo werçerxeke di navbera zilm û şoreşê ye ji bo Îranê?” de peyivî û behsa perspektîfa Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ji bo şoreşa Jin jiyan azadî kir. Bi ya wê şoreşa Jin jiyan azadî ji niha ve civaka Îranê guherandiye û mirov her wiha dibîne ku têkoşîna li Bakurê Kurdistanê û Şoreşa Rojava jî tesîr li miletên Îranê û tevgera şoreşger kiriye.
Ji ber ku behsa gavên pratîkî di gotara dema konferansê de zêde derneket pêş, min yekser pirsa pratîka siyasî û çalakiyan a tevgera wan jê kir. Gava ku Meryem Fethî li min vegerand jî li xwe mikur hat ku hîna ew negihane asteke welê ku sîstemeke avêtina gavên pratîk ava bikin: "Lê niha em dest bi pêngavan dikin. Ev konferans bi xwe jî yek ji van pêngavan e ji bo avakirina sîstemekê. Belê li aliyekî rewşa nava Îranê zehmet e, di nava sîstema wê ya emnî de sermeselê îdam heye. Girtin, êşkence heye, li nava kolanan guleyan yekser li xelkê direşînin. Ev zehmetiyan ava dike. Li aliyê din jî em behsa sîstemeke bi temamî cihê dikin; sîstemeke demokratîk, ekolojîk, xweser e. Em behsa sîstemeke paralel a sîstema desthilata dewletê dikin. Ew jî ne ku tenê dibe alternatîfa sîstema vê rejîmê, lê ew alternatîfa her sîstema desthilatxwaz e. Ji ber wê dijminê me pirr in. Rast e, dostên me jî pirr in: gel, jin, ciwan, xebatakarên civaka sivîl. Dijminê me desthilat e û ew muxalefeta desthilatxwaz e ku hêzeke wê ya lobiyê û qudreta wê jî heye. Ji ber wê, destpêkirina qonaxa gavên pratîk zehmet e. Halê hazir niha li Îranê û li Rojhilatê Kurdistanê em di qonaxa berxwedanê de ne û heta avakirina sîstema ez behsa wê dikim jî ev ê wiha bimîne. Berxwedana li Îranê ne tenê ya Kurdan e. Jixwe berxwedaneke ciwanan ên ku meyildar in li ber her awayê desthilat û zilmê rabin. Ew ciwanên li kolanan li ber xwe didin li Îranê, ne rejîmê dixwazin û ne jî hêzên muxalefetê yên desthilatxwaz dixwazin. Ev bi salan e em li ser vê yekê kar dikin û niha tesîra wê dibînin. Lê weke avakirina sîstemê, weke sermeselê avakirina komun, kooperatîf û meclîsan, ew qonaxa dawiyê ye."
Yekkirina gotareke şoreşger
Lê esas min li gavên pratîk ên xwebirêxistikirin û yekberekirina mixalefeta keviyên Îranê kiribû, yanî ya gelan: "Vê şoreşê li Îranê gelek tişt guherandin. Yek ji wan guhertinan ew bû ku wê neteweyên bindest ên li Îranê nêzîkî hev kirin. Heta niha gelên bindest evqasî nêzî hev nebûbûn. Lê niha Azerî, Ereb, Beluç û Gîlek nêzîkî Kurdan in. Zindîbûneke gelan heye, ew ji bi piştevahiya hev du li ber hêzên navendperest rabûne. Em dibînin hişyarbûnek jî çêbûye. Ev miletên li ber rejîmê radibin, tenê behsa mafên neteweyî nakin, berxwedana li Bakurê Kurdistanê, Şoreşa Rojava tesîra xwe li xelkê Îranê kiriye. Gotin, bîr û qisekirina wan miletan li meydanê hemû nû ne, tiştekî nû çêbûye. Ew tişta nû jî guherandineke ku vê şoreşê ew pêk aniye. Xisûseke din jî, Îran navenda îdeolojiya li dijî jinan e li Rojhilata Navîn û ev şoreş li dijî wê şoreşa jinan e. Ev guherandineke gelekî mezin li nava civakê çêbûye. Jin, ciwan û xelk rabûne ser piyan. Xisûseke din jî karên ji bo mafên karker û karmendan hene, weke karên sendîkayan. Ew grevên mezin dikin. Sermeselê ji Newroza 2020´an heta bi Newroza 2021´ê bêhtirî 4 hezar grevan li Îranê çêbûne. Ew jî li dijî desthilata çînî ye. Ev grev berê bi karkerên sektora petrolê bi sînor bû, lê îro heta bi mamosteyan grevan dikin. Bi şoreşa Jin jiyan azadî re wan destek da tevgera gel. Yanî ne tenê li ser meseleyên karkeran, lê li ser meseleya jin û ciwanan jî dipeyivin. Niha van beşên civakê hemûyan hev girtiye. Gava em berê xwe didin daxwazên wan ku îfade dikin, em dibînin ku meseleya ekolojiyê, ya azadiya jinê derdixin pêş. Tevahiya neheqiyên li wan dibin, em di nava gotar û minaqeşeyên wan de dibînin. Gotareke modern a demokratîk heye, ji ber wê şoreşa jin jiyan azadî di nava civakê de guhertineke mezin çêkir. Heger wê gavên pratîk bên avêtin, lazim e li ser vî zemînî bên avêtin. Jixwe yekkirina gotarên gel û beşên cihê yên civakî jî ji van gavên pratîkî ye."