Şoreşa jinê: Rojava

Aysel AVESTA nivîsand —

Yekşem 19 Tîrmeh 2020 - 23:00

Rêber Apo dibêje; "Ey dîrok, yan ez ê te bi jiyana azad bineqşînim û yan jî ez ê te qet nehatiye jiyîn qebûl bikim". Gelê Kurd ku bi hezarên salan di nava pencên desthilatdaran de ji koletiyê jî wirdetir mehkûmî jiyanekê hatiye kirin û bi vê têgînê dest bi meşa hebûnê kir. Bi derketina Tevgera Azadiyê û bîrdoziya Rêber Apo re, di serî de jin civaka Kurd hemûyî jiyana azad ji bo xwe hilbijartin.

Di oxira vê jiyanê de tişta diviyabû bê kirin tevî hemû berdêlên giran jî dan berçavên xwe û têkoşiyan. Minaka vê ya herî berbiçav jî niha li Rojavayê Kurdistanê pêk tê. Li hemberî hemû rêveçûn û êrişan têkoşîna jinan li pêş bû û li pêş e. Pîlan û hesabên desthilatdaran hemû bi destê jinên Kurd hatin xerakirin. Bêguman di pêşengiya jinên Kurd de rol û rista Rêber Apo diyarker e.

Jinên ku bi têkoşîna xwe ya li dijî rejîma BAAS di 19'ê Tîrmeha 2012'an de ji Şoreşa Rojava re pêşengî kir, xwe dispêre vê hêzê. Bêgûman Şoreşa Rojava piştî xebat û keda dehan salan pêş ket. Bi îlankirina şoreşê re, êrişên pir alî jî destpê kirin. Li hemberî van êrişan berxwedaneke dîrokî pêk hat û gelek berdêlên giran hatin dayin. Di pêvajoya 8 salên şoreşê de yên ku berdêlên herî giran dan jî jin bûn. Ji ber ku diviyabû jin ne tenê li dijî êrişan, li dijî hemû dîwarên ku li dora hiş û mejiyên wan hatibûn danîn jî têbikoşiyana. Ji lewma karên wan gelek zehmet û barê wan giran bû.


Jinên ku bûn pêşeng û aktorên esasî yên Şoreşa Rojava di heman demê de li mîrasa têkoşîn û berxwedana jinan ên hezarên salan jî xwedî derketin. Jin bi berxwedan û hêza xwe ya rêxistinkirî bûn kabûsa împarator û xwedayên serdemê û îlham dan jinên ku li azadiyê digerin. Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava şoreşê de şoreş pêk anîn. Di forma civata ku dihat xwestin bê avakirin de, jinên Kurd erkên mezin girtin ser milên xwe. Jina ku bi salan bi koletiyê hatibû mehkûmkirin, ji nû de vejîya û bi evîneke mezin têkoşiya. Ji rêxistinkirinê heta bereyan şerkirin û heta pêşengiyê, di ti warî de ji berpirsiyarî-girtinê xwe dûr negirt.

Li kîjan qadê pêwîstî pê hebûya ew li wir bû. Di qadên jiyanê hemûyan de bi wêrektî û lehengiya xwe ya têkoşînê mêr derbas kir. Jinên ku li ser axa şoreşê têdikoşin û bi fedayîtî şer dikin bi tenê tiştekî diparêzin; ew jî îradeya jinan û xeta azadiya jinan e. Ji ber ku ew di wê baweriyê de ne ku dema jin azad bibe, wê civak azad bibe û cîhan azad bibe. Bi vê biryardariyê di oxira azadiyê de jinan gelek leheng û qehreman dan. Lewma Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê hat pênasekirin. Bêgûman şoreş ne karê rojekê ye. Ji bo guhartina pergala pênc hezar salan ku xwe li bedana jinê hemûyî pêçaye hîn jî gelek berdêl tên xwestin. J

ixwe êrişên herî dawî ku li dijî jinên pêşeng pêk tên nîşaneya wê ye. Dijminê jinê baş dizane ku pêşketina jinê tinekirina zêhniyeta wan a yekparêz e, ji destdayina hêza desthilata wan e.

Li Bakûrê Kurdistanê jî bêtehamuliya ku li hemberî jinên aktivîst û saziyên jinan tê kirin jî berdewamiya heman hişmendiyê ye. Jinên ku bi felsefe û bîrdoziya azadiyê xwe xemilandine, ji serhildanan re pêşengîtiyê dikin pêl bi pêl berê xwe didan qadên azadiyê. Ji ber vê yekê dibin hedefa êrişan. Lê jin êdî ji wan û êrişên wan natirsin. Jinek diçe bi dahan jin tên şûnê. Dawiya desthilatdaran nêz e. Lê rêya jinan vekiriye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.