Tevî zext û şîdeta Komara Îslamî ya Îranê xwepêşandan û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî berfireh dibin. Jin û ciwan ji xwepêşandanan re pêşangtiyê dikin.

Pêr di roja 19’emîn de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî qetilkrina jina Kurd Jîna Emînî berdewam kir. Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwendekarên jinên ciwan bi grev û çalakiyan û meşan, bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî rejîmê derketin.

 

Xwendekarên keç bê laçik daketin qadan

Li Rojhilatê Kurdistanê şeva borî, li hinek bajaran, bi taybet navenda Sine, Kirmaşan, Îlam, Urmiyê, Seqiz, Merîwan, Mehabat û Dêwilan xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê hebûn. Li çend cihan hêzên Îranê bi tûnd li dijî xwepêşanderan derketin. Xwendekarên keç bê laçik daketin qadan. Her wiha li dibistanan sembolên rejîmê anîn xwarê û şikandin.

Li ser asta Îranê jî, xwendekaran û xwepêşanderan li zanîngehan nerazîbûn nîşan dan û xwepêşandan kirin. Li bajarên mezin ên weke Tehranê, Şîraz, Meşhed, Îsfehan, Reşt, Tewrêz, Zencan û Yezid xwepêşandan û çalakiyên nerazîbûnê weke rojên borî berdewam kir.

 

Bîlançoya ‘Îna bixwîn’

Bîlonçoya xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî giran dibe. Di Îna ya roja 30’ê Îlonê de hêzên Îranê li bajarê Zahîdanê ya parêzgeha Sîstan û Belûçistanê komkujî pêkanîn.

Li gorî Kampanya Aktîvîstên Belûç, hejmara kesên di komkujiya di mûdaxaleya rejîmê û ‘Îna bixwîn’ de pêk hatî de, jiyana xwe ji dest dayîn gihîştiye 88 kesan. Her wiha li gorî heman çavkaniyê zêdetirî 300 kesan jî birîndar bûne.

Kampanya Aktîvîstên Belûç diyar kir ku dibe ku hejmara kesên jiyaan xwe ji dest dane, ji vê hejmara ku bi hewldana xwe gihîştine nasnameya wan hîn zêdetir be.

NAVENDA NÛÇEYAN