• PKK'ê têkildarî salvegera Şoreşa Rojava daxuyanî da û got: Li cografyayeke biçûk hatibe kirin jî Şoreşa Azadiyê ya Rojava parçeyekî Şoreşa Sûriyeya Demokratîk, şoreşên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e.

Komîteya Rêveber a PKK'ê têkildarî salvegera Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de dibêje; "Em dest bi sala dehemîn a Şoreşa Azadiyê ya Rojava dikin ku 19'ê Tîrmeha 2012'an dest pê kir. Ev şoreş neh sal in mîna stêrkekê cîhanê ronî dike; di serî de jin, ciwan, karker û kedkar ji bo tevahiya mirovahiyê dibe ronahiya hêviyeke nû. Bi têkbirina çetetiya DAÎŞ'ê ya faşîst, ku bûbû belayê serê Kurdan, jinan, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê, nîşanî her kesî da ku afirandina cîhaneke ji jiyaneke biratiyê ya demokratîk û bi hev re, pêkan e. Tecrûbe û pratîka destpêkê ya fikrê 'Modernîteya Demokratîk' a Rêber Abdullah Ocalan e, lewma xwedî ders û danheviyên girîng ên şoreşgerî ye.

Karekterê xwe enternasyonalîst e

Em zanin û jê bawer dikin, ku li cografyayeke biçûk hatibe kirin jî Şoreşa Azadiyê ya Rojava parçeyekî Şoreşa Sûriyeya Demokratîk, şoreşên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê di serî de jin û ciwan bala bindestan hemûyan kişande ser xwe, li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst hîmên xwe yên sîstema alternatîf demokratîk danî. Bi taybetî li dijî çetetiya DAÎŞ'ê ya faşîst çar aliyên cîhanê kir qada çalakiyê, ciwanên ji gelek gelan li dijî DAÎŞ'ê di nava yekîneyên şer de bi rêxistin kir û karakterê xwe yê enternasyonalîst raxist pêş çavan. Her wiha em zanin û dibînin; Şoreşa Azadiyê ya Rojava xwedî karakterên neteweyî demokratîk jî bin di cewhera xwe de Şoreşa Azadiyê ya Jinê ye. 

Şoreşa rastiyê ye

Bêşik û bêguman Şoreşa Azadiyê ya Rojava şoreşeke rastiyê ye, xwe dispêre fikrê Modernîteya Demokratîk ê Rêber Abdullah Ocalan. Eşkere ye ku li ser vê bingehê neteweya demokratîk a xwe dispêre komuna demokratîk û kesayetên azad, her wiha xweseriya demokratîk a cihêrengiyan ji xwe re dike esas, bi cih hatiye. 
Weke ku tê zanîn salvegera nehemîn û sala dehemîn pêvajoyeke gelekî girîng e. Ji ber ku derfetê wê yekê dide ku bûyerên qewimîne, berhemên hatine afirandin bi her awayî bên nirxandin, dersên kûr ji rabirdûyê bêne derxistin, xwe nû bike û paşerojeke xurt paln bike. Em di wê baweriyê de ne ku di sala dehemîn de Şoreşa Azadiyê ya Rojava wê bi vî rengî were nirxandin û bi rexnekirin û rexnedayina li ser Xeta Modernîteya Demokratîk dersên dewlemend ji neh salên derbasbûyî bêne derxistin, ji bo kûrkirin û daîmîkirina şoreşê wê sala dehemîn veguhere pêvajoyeke nû ya pêngavî.

Sala dehan gaveke nû ye

Tê dîtin û fêhmkirin ku bi feraset û pratîkeke rasteqîn a xweparastinê wê parastina şoreşê û civakê xurtir bibe. Civaka xwe dispêre xweparastinê wê ji aliyê aborî, civakî, siyasî û çandî ve bê pêşvebirin. Pêşengiya jin û ciwanan a di nava şoreşê de, wê kêmasiyan ji holê rake û ev pêşengî wê bêhtir xurt bibe. Bi xeteke siyasî ya rast û dîplomasiyeke bi bandor wê pêşî li metirsiyên li ser şoreşê bê girtin. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêkane û hêzên azadiyê yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xwedî wê hêzê ne ku van bikin. Li ser vê bingehê em destpêkirina sala dehemîn a Şoreşa Azadiyê ya Rojava careke din silav dikin û di sala dehemîn de ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re serketinê dixwazin."

ANF/BEHDÎNAN