Şoreşa gelan

Aslan ASLAN nivîsand —

Çarşem 20 Tîrmeh 2022 - 21:39

  • Şoreşa ku sala 2012'an li Rojava dest pê kir, hê jî dewam dike. Wexta ku şoreşê dest pê kir, li hin welatên Rojhilata Navîn raperîn hebûn.

Şoreşa ku sala 2012'an li Rojava dest pê kir, hê jî dewam dike. Wexta ku şoreşê dest pê kir, li hin welatên Rojhilata Navîn raperîn hebûn. Li hin welatan xelk li dijî desthilatdariyê rabûbû ser piyan. Lê alternatîfek wan tinebû, lewma jî wekî şoreşekê nekete dîrokê. Tişta ku li Rojava dest pê kir û pêk hat, şoreş bû. Beyî ku xwîn birije milyonan kes rabûn serhildanê. Ew jî şoreşa 19'ê Tîrmehê bû. Vê şoreşê jî 10 sal li pey xwe hiştin. 

Di nava 10 salan de bûyerên gelekî girîng qewimîn. Li aliyekî şoreş bi pêş diket, li aliyê din çeteyên ku bûbûn bela serê cîhanê li ser wê axê hatin tinekirin. Ti kesî hêvî nedikir ku ew şoreş ewqasî mezin bibe û têk neçe. Lê dev ji wê berdin, şoreşa li Rojava her tim zindî ma û xwe hîna jî nû dike. Tevahiya pêkhateyên li bakur-rojhilatê Sûrî cihê xwe di nava şoreşê de girtin. Bê şer û bê pevçûn, jiyaneke bi hev re derket pêş. Ew jiyana li wê derê, ji bo gelek welatan bû mînakeke modela demokrasiyê. Şoreşeke ku her kes xwe tê de dibîne û xwedî lê derdikeve. Ew jî şoreşa Rojava ye. Rojava bû hêlîna şoreşgeran. Xeyalên jiyaneke azad li ser wê axê şîn tên.

Şoreşa Rojava li ser xeta sêyemîn bi pêş ket. Xelkê li wê derê ne bi rejîma Sûrî re tevgeriya, ne jî bi komên çekdar re. Wan bi xwe riya xwe hilbijart û nebûn aliyê ti kesî. Di nava wê aloziya Rojhilata Navîn de qedera xwe bi destê xwe diyar kirin. Rêber Apo mîmarê vê projeya xeta sêyemîn a demokratîk e. Heger ne ji wî bûya, wê Rojava jî wekî herêmên din ên Sûrî û welatên din bibûya gola xwînê. 

Tişta ku pergala kapîtalîzmê jî dixwaze pêk bîne ew e. Her tim alozî, şer û pevçûn hebe. Lê li Rojava ev yek nebû.

Li wê derê jiyanek hevpar li ser xeta sêyemîn pêş ket. Ev yek jî li hesabê dagirkeran nayê. Lewma jî gelek caran êrişên qirkirin û dagirkeriyê bi pêş xistin. Xeta sêyemîn biryareke di destê gel de ye û encama wê jî ew diyar dikin. Rêber Apo ji bo çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn di xeta sêyemîn de israr dike.

Ji roja ku şoreşê li Rojava dest pê kiriye û heta niha di hedefa dewleta Tirk de ye. Hesabê Erdogan ew bû ku di aloziya Sûrî de têkeve wê derê û tevahiya Rojava dagir bike. Lê Rojava bi serê xwe bû hêzeke diyarker. Erdogan jî komên çete bi rêxistin kirin û berê wan da ser Rojava. Ji Kobanê, heta Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî berxwedanek dîrokî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi pêş ket. Dewleta Tirk bi TIR'an çek û cebilxane şandin ji çeteyên li Sûrî re.

Hin deverên Sûrî dagir kirin û armanca dewleta Tirk berfirehtir bû. Hesabê wan ê dagirkeriyê li ser Rojava hebû.

Lewma jî bi hevkariya NATO, Ewrûpa, Emerîka û Rûsyayê di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Ji bo ku Rojava bibe cihê şer û aloziyê her tim êriş kirin û hê jî êriş dikin. Lê tevî vê yekê jî ne şoreşa li wê derê têk çû, ne jî xelkê dev ji axa xwe berda. Bedêlên giran hatin dayîn. Bi deh hezaran şervan û şoreşger li ser wê xakê şehîd bûn. Şoreşeke ku bibe ya her kesî li wê derê bi pêş ket. Erdogan û çeteyên wî ji bo ku ew şoreş neçe serî bi her kesî re li hev kirin û çi tawîz hebe, dan. Lê li Rojava ev nebû. Xelkê serê xwe li ber gef û gurrên wan netewandin.

Tevî ewqas êriş, ambargo û dagirkeriyê jî Şoreşa Rojava hê jî zindî ye.

Em îro jî di salvegera Şoreşa Rojava de ne. Tam jî di vî wextî de gefên dagirkeriyê li ser wir hene. Erdogan bi zanebûn ev dîrok hilbijartiye. Ji Kurdan û pêkhateyên wê derê re dibêje, ez ê vê rojê li we biherimînim. Hesabê Erdogan li ser Rojava berfireh e. Hesabê wî li ser Til Rifet û Minbicê heye. Herwiha Kobanê ji bîr nekiriye. Dîsa Eyn Îsa û Til Temir jî di hedefa wî de ne. Bi dagirkirina van deveran re dagirker dixwazin tevahiya Rojava têxin kontrola xwe. Ev yek di hedefa wan de ye, lê wê çiqasî pêk were ew jî di destê gel de ye. Heger xelkên li Rojava destûra wê nedin, û xwe sist nekin, Erdogan wê nikaribe yekê jî pêk bîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.