Siyasetvanên Kurd berdin 

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 9 Mijdar 2023 - 11:17

Antifa Info Café pêr êvarê bi hevkariya Navenda Civaka Kurd (Zentrum der kurdischen Gesellschaft) li avahiya meclîsa xwendekaran (AStA) ya Zanîngeha Siegenê panelek li ser qedexekirina PKK´ê li dar xist. Antifa Info Café bi vê çalakiya xwe tevlî kampanyaya “PKK Verbot aufheben” (Qedexekirina PKK´ê betal bikin) bû.

Qisekeran behsa PKK´ê û xebatên wê li Elmanyayê kir û paşê behsa xalên Qanûna Ceza ya Elman 129 û 129b´yê kir, ka ew çawa ji bo krîmînalîzekirina Kurdan û siyasetvanên Kurdan tê bikaranîn.

Qisekeran got, bi van her du xalên qanûna ceza û qedexekirina bi destê wezareta karî hundir a sala 1993´yan, Kurd bi giştî, Rêber Abdullah Ocalan û fikrên wî tên krîmînalîzekirin, damezrandina komeleyan tê astengkirin û tim û daîm 10 siyasetvanên Kurd ji ber sedemên siyasî di hepsên Elmanyayê de tên girtin û ferzên ecêb li ser gelek kesan û penaberan tên sepandin.

Qisekeran xwest hikûmeta Elman dawiyê li neheqiya li dijî Kurdan bîne, siyasetvanên Kurd ji hepsê berde û qedexekirina  PKK´ê betal bike.

Di panelê de bang li xelkê hat kirin da ku 18.11.2023´yan tevlî xwepêşandana ji bo betalkirina qedexekirina PKK´ê ya li Berlînê bibin.

SIEGEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.