Siyaseta Elman rezîl e!

Nûçeyên Dîaspora

În 27 Gulan 2022 - 22:18

  • Li ser biryara girtinê ya dadgerê lêpirsînê li Dadgeha Federal a li Karlsruheyê, 24’ê Gulanê aktîvîstê Kurd Ali Ozel hate girtin. 

Li ser biryara girtinê ya dadgerê lêpirsînê li Dadgeha Federal a li Karlsruheyê, 24’ê Gulanê aktîvîstê Kurd Ali Ozel hate girtin. Ji hingê ve ew di nezaretê de ye li hepsa Frankfurtê ya Yekemîn. Ew tê gunehbarkirin ku weke endamê PKK’ê ji bo hin deveran berpirsiyar be û karên wekî din ên rêxistinî, malî û siyasî yên "kadroyan" bi rê ve biribin. Weke di dozên din ên li dijî aktîvîst û siyasetvanên Kurd, ti tohmeta sûcê berçav û ferdî li dijî wî jî nîne. Yanî dewleta Elman careke din bêyî ku sûc hebe, zilmê li aktîvîstekî Kurd dike. 

Ali Ozel beriya niha jî ji ber aktîvîzma ji bo mafên Kurdan li Elmanyayê hatibû girtin. Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Stuttgartê Cotmeha 2016’an ji ber her du xalên qanûna ceza ya ku ceza li fikr, hizr û kirinên siyasî yên ne sûc jî dibirin 129a û b’yê sê sal û nîv ceza birrîbû. Ew destpêka

Tebaxa 2018’an hatibû berdan. 

Ji Cotmeha 2010’an ve Ali Ozel yek ji 54 Kurdan e ku dibe mexdûrê tohmetên esas ne sûc.  

Rêxistina alîkariya hiqûqî AZADÎ e.V. bi bîr dixe ku beriya Ali Ozel jî 3 aktîvîstên çepgir ên ji Tirkiyeyê hatine girtin û dibêje, "Dibe ku ev rûtîna rayedarên taqîba edlî be. Lê belê ew di dema hewldanên gefxwarin û şantaja serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan elaqedarî endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê pêk hatin."

AZADÎ e.V. bi vê yekê îşaret pê dike ku Erdogan van girtinan wê di siyaseta navxweyî ya li Tirkiyeyê de bi kar bîne. 

Ew gefên Erdogan ên dagirkirina Rojava jî bi bîr dixe û paşê di dawiyê de wiha li mijarê vedigere: "Û li Elmanyayê ti kar û emelê din ê rayedarên taqîba edlî nemaye, ji bilî ku bi piştgiriya siyasetê, aktîvîstên Kurd bi terorîzmê tohmetbar bikin, ew aktîvîstên ku ji bo beridîneke pêşverû, demokratîkbûn û beşdariya nava siyasetê dixebitin. Herçî terorîzma dewletê ya rejîma AKP’ê ye, berpirsiyarên siyasî bêdeng in. Ew rezîlî ye." 

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.