Siyaseta Elman a rehîngirtî

Yekşem 24 Tîrmeh 2022 - 21:15

  • Tesîra dewleta Tirk a dagirker a ku bi rêxistinên faşîst, ên diyanetê û lobiyê li siyaseta cihî û şaredariyan a Elman dike, dişibe rehîngirtinekê. Di dengdanên ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk de bûyerên qewimîn jî vê piştrast dikin. 

REWŞAN DENIZ

Sala 2015'an Berlînê behsa 5 ta 6 hezar sîxurên dewleta Tirk ên ji bo Erdogan sîxuriyê di nav Kurd û Tirkên li Elmanyayê dikin, dikir. Di nûçeya me ya îna bihurî de, navê endamekî meclîsa şaredariya Frankfurtê dihat hildan û tirs hebû ku ew kes sîxuriyê dike ji bo Erdogan. Ev kes Haluk Yildiz ê ji partiya BFF-BIG bû. Gelo Yildiz yek ji van 5 ta 6 hezar sîxuran e. Gelo gelekên din weke wî hene, yan jî ji bilî sîxuran bi çi rêyan dewleta Tirk û nexasim desthilata Erdogan tesîrê li siyaseta cihî û eyaletan a Elmanyayê dike? Rojnamevan Elke Dangeleit di www.heisse.de de hinekî bi vê pirsê daketiye û em ê bêhtir ji wê, bi meseleyê dakevin.

Elke Dangeleit esas bi wê yekê daketiye ka çawa lobiya Enqerê zextê li parlamenter û endamên meclîsên şaredariyan dike û hikûmeta federal jî dengê xwe ji vê re nake. 

Lê hikûmeta federal heta niha ji ber qetilkirina xelkê Iraqê û xelkê Rojavayê Kurdistanê bi destê êrişên dewleta Tirk a dagirker hîç dengê xwe nekiriye. Hefteya bihurî Wezîra Karê Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock (ji Partiya Keskan) aciziya xwe ji wê yekê nîşan da ku di civîna Tehranê de Erdogan li cem Pûtîn û Reîsî poz daye. Lê hîç ji qetilkirina xelkê bi destê hevgirê wê dewleta Tirk aciz nebûye. Ew ji gefên hikûmeta Tirk ên dagirkeriyeke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê jî aciz nebûye. 

Lê gelek şaredariyên li Elmanyayê weke wezîra xwe bêdeng nînin. Gelekan heta niha êrişên bi dronan û gefxwarinên dagirkirinê yên dewleta Tirk li dijî "bakurrojhilatê  Sûrî" û "bakurê Iraqê" rûreş kirin. Pêşî nîvê meha Hezîranê meclîsa şaredariya bajarê Krefeldê biryareke hevpar a komên SPD, Partiya Keskan, FDP, û Partiya Çep êrişên artîşa Tirk ên li dijî "bakurê Sûrî" û "bakurê Iraqê" eşkere rûreş kirin. Wan her wiha gefxwarina dagirkeriya Tirk li dijî Rojava jî rûreş kir.

Pêşniyazbiryarê xwe disipart raporên Xizmetên Zanistî yên Meclîsa Federal ên li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê. Wê ev êriş di çarçoveya xweparastinê de nedidîtin.

Piştre dawiya Hezîranê Meclîsa Şaredariyê ya semta Berlînê ya Friedrichshain-Kreuzbergê bi înîsiyatîfa SPD, Partiya Keskan û Partiya Çep heman biryara Krefeldê erê kir. Li Berlînê CDU li ber biryarê rabû û FDP'ê alî negirt.

Biryar hat qebûlkirin. Şaredariya vê semta Berlînê ji sala 2019'an ve şaredariya dost a Dêrika Hemko ye. Yanî dagirkeriyek wê şaredariya semtê ya dost Dêrikê jî bixe ber xwe.

Li Frankfurtê çavên endamên meclîsê tirsandin

Bi înîsiyatîfa komeleya "Städtefreundschaft Frankfurt-Kobane e.V. (Komeleya Dostaniya Bajaran a Frankfurt-Kobanê)“, Partiya Çep 14'ê Tîrmehê pêşniyazbiryareke bi heman rengî bire meclîsa şaredariyê ya Frankfurtê. SPD û VOLT (endamên koalîsyona bajêr) destekkarê wê xuya bûn. CDU'yê jî pêşniyazbiryara xwe amade kir. Lê beriya dengdanê bi dengê koalîsyona SPD, VOLT, Partiya Keskan û FDP'ê lezgîniya pêşniyazbiryarê hat redkirin. Esas parlamenterên SPD û VOLT'ê li dijî baweriya xwe dengê xwe bi kar anîn. Di encamê de biryara li ser pêşniyazbiryarê ma Îlona bê. 

Axir Elke Dangeleit pirsê ji xwe dike, ka çima ji bo hin partiyên siyasî zehmet e ku binpêkirinên mafê mirovan, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk rûreş bikin. Li gorî wê sedem stukturên AKP'ê yên di nava siyaseta Elmanyayê de ye. 

Ew berê xwe dide tiştên beriya dengdana li Krefeldê. Li wir CDU, WIR, Die Partei û AfD hewl dan pêşniyazbiryarê asteng bikin. Di CDU'ya Krefeldê de Mehmet Demir ê Tirk ê ku têkiliyên wî bi faşîstên Tirk ên Gurên Boz re heye, cihê xwe digire.

Axir beriya dengdana li ser biryarê komeleya "Union der türkischen und islamischen Vereine in Krefeld und Umgebung e. V." a ku nêzîkî DITIB'ê ye, hewl da, bike ku SPD, Partiya Keskan û FDP'ê pêşniyazbiryara xwe vekişînin. 

Bi rêya komeleyan zextê dike

Em behsa heman DITIB'ê dikin ku wextekî ji ber "îmam"ên sîxur bûbû sedema krîzê di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de. 

Serokê "Islam-Union“ê di rûniştina meclîsa şaredariyê ya li xelkê vekirî, devkî êrişê koma Keskan kir. Li gorî Dangeleit ev hewldana derdora nêzî AKP'ê ye ku li Elmanyayê siyasetê çavtirsandî bike. 

Partiya Keskan li semta Berlînê Friedrichshain-Kreuzbergê, destek da pêşniyazbiryarê, lê di civînê de fikra xwe li ser îfade nekir. Wê xebero nexwestiye endamên xwe yên Kurd û Tirk bixe tehlûkeyê. Yanî Partiya Keskan li Berlînê jî hatibû çavtirsandîkirin.  

Jixwe di nûçeya me ya îna bihurî de jî me îşaret bi çavtirsandîkirina Partiya Keskan a li Meclîsa Şaredariya Frankfurtê kiribû. Dangeleit weke me eşkere nav hilnede jî behsa heman helwêsta Partiya Keskan a çavtirsandî dike, ji ber ku di ser endamê nêzî AKP'ê yê Partiya BIG'ê agahiyên li ser helwêsta dengdanê wê yek ser bigihîjin rayedarên Tirk. 

Tiştek di siyaseta Elman de şaş e

Axir ev yek îşaret bi wê yekê dike ku gelek nûnerên meclîsên şaredariyan û parlamenên herêmî di meseleya binpêkirinên hiqûqnavneteweyî de cotstandart in, yan jî ji ber tesîr û tirsa ji saziyên nêzî AKP'ê yên li Elmanyayê ditirsin û bi ya wicdanê xwe nakin. Di her du halan de jî em bi skandaleke siyasî û krîzeke exlaqî re rûbirû ne. Elke Dangeleit vê yekê wiha îfade dike: "Heger hilbijartiyên meclîsan ji tirsa zextên dewleta Tirk ên dema serdana xwe ya Tirkiyeyê, di dema dengdanê de biya wicdanê xwe nakin, lewma destê dirêj ê Erdogan ewqasî dikeve nav saziyên me , naxwe tiştek bi rastî jî şaş û xelet e li Elmanyayê."

Ya şaş destûra lobiya AKP'ê ye

Ya şaş û xelet ew e ku rêxistinên lobiyê yên weke UID (Yekîtiya Demokratên Navnetweyî) dikarin bi rehetî hewl bidin di siyaseta Elmanyayê de bi tesîr bibin. Ji her aliyê siyasetê hewl didin bikevin saziyan. UID weke rêxistina ne fermî ya derve ya desthilata AKP'ê tê dîtin. Di dema hilbijartinên federal ên sala 2021'ê de Bulent Guven ê ku demekê serokatiya UID'ê kiribû xwestibû bibe namzetê SPD'ê yê ji bo parlamena federal. Di tezên xwe de wî îdîa dikir ku "mislimanên muhafezekar" li Elmanyayê li gorî nifûsa xwe di siyasetê de nînin. Bi tesîra Erdogan a li ser siyaseta Elmanyayê, esas ew ji hedê xwe bêhtir di siyaseta Elmanyayê de bi tesîr in. Li Frankfurtê ji tirsa sîxurekî, li Berlînê ji tirsa sîxurtiyê, hilbijartiyan newêriya li gorî wicdanê xwe dengê xwe bidin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.