• Wêneyên li vê şikeftê ji dêvla firçeyê bi kevzê û porî hatine çêkirin û hunermendan xetên fîgûrên xwe bi vî awayî çêkirine. Wan bi zil yan jî hestiyên qul jî boyax li ser xetên xwe reşandiye.

XASÊ CÛNE

Hunerê beriya serdema antîk, yan jî hunerên serdema pêşîn dike ku mirov bide pey şopên kevn û ji serboriyên wan deman bi awayekî çandî û hunerî hin tiştan hîn bibe. Di vî warî de gelek berhem û cihên kavil hene ku derbarê jiyana mirovên berê de agahiyên nû digihînin roja me ya îro. Li Spanyayê “Şikefta Altamira” mînakek ji van e. Lê li Başûrê Fransayê li derveyî gundekî piçûk, şikeftek heye, jê re îro dibêjin şikefta “Lascaux”. Ev şikeft di vî warî de bêhtir bi nav û deng e. Ji ber ku gelek berhemên (resm û fîgûr) dîrokî yên li ser dîwarê şikeftan, di nava vê şikeftê de tên parastin. Heta tê gotin, mînakên herî baş ên hunerê dema Paleolîtîkê li vê şikeftê ne.

600 tabloyên heywanan

Şikefta Lascaux, cara ewilî, sala 1940’î ji hêla ciwanekî ji gundê Montignac tê kifşkirin. Di nav şikeftê de gelek odeyên piçûk û mezin hene. Her wiha zaboqên dirêj jî hene. Bi qasî 600 tabloyên ku heywanan şayese dikin, li ser dîwarên şikeftan hatine xêzkirin. Ev resmên li ser dîwarên şikeftê, jiyana mirovên berê îfade dikin. Resmên li ser dîwaran bi aweyekî profesyonel hatine çêkirin û li gorî we demê pirr serketî ne. Ji lewra, tenê xêz nînin her wiha ev resm hatine boyaxkirin jî. Li gorî lêkolînên ku li şikeftê hatine kirin, ev resmên hanê beriya bi 17 hezar salan hatine çêkirin. Şikefta Lascaux heta salên 1955’an jî vekirî ye û xelk diçe, van resmên li ser dîwarên şikeftan bibîne. Lê bi demê re ji ber ku resmên li ser dîwaran nehatin parastin xera bûn. Ji ber van sedeman, şikefta Lascaux sala 1963’an hat girtin. Hin kopyayên resmên li vê şikeftê niha li Parîsê û Muzeya Lascaux tên parastin. 

Şikeft dişibe galeriyekê

Di nav Şikefta Lascaux de gelek beşên cuda hene. Şikeft weke rêzeodeyan dirêj dibe û têra xwe fereh e. Yanî şikeft dişibe galeriyeke gelek beşî. Destpêkê gava mirov dikeve hundirê şikeftê “Hola Ga” heye û ev hol berhemên herî girîng ên dema Paleolîtîkê dihewîne. Di vê holê de ku weke zaboqekê dirêj dibe û diçe, gelek resmên gayan hene, her wiha resmên hespên bi qiloç jî di vê holê de cih digirin. Li navenda şikeftê jî odeyeke bi navê “Apsîs” heye û weke nîv daîre hatiye çêkirin. Di vê odeyê de jî fîgûrên heywanan û sembolên razber hene. Jixwe, hunerê herî ku li ser xebitîne jî ev sembolên razber in û di şikeftê de ji van resman gelek hene. Wekî din zaboqeke ku jê re dibêjin, “Odeya Pisîkan” jî heye di hundirê şikeftê de. Di vê zaboqê de jî gelek resmên pisîkan û yên hespan hene.

Şêweyên hunerî û xêzên azad

Hunerê li vê şikeftê gelek şêweyên cihê nîşanî me didin. Resmên li şikeftê bi awayekî rêk û pêk nehatine çêkirin, her xêzkar bi awayekî azad tiştê di hişê xwe de derbiriye û xeyala xwe xêz kiriye. Di şikeftê de bi qasî 2 hezar fîgûrên hesp, pezkûvî, ga û bîzonan hene. Hin resm jî pisîkan û heywanên jakaw yên weke hirçan şayese dikin. Di şikeftê de tenê fîgûrek heye ku însanan temsîl dike, ew jî serê wî weke çûkan hatiye çêkirin. Wekî din gelek sembolên razber yên ku baş nayên fêhmkirin hene. Berhemên li vê şikeftê rastiya wê demê baş radixin ber çavan û derbarê anatomiya heywanan de jî gelek agahiyan dihewînin ev fîgûrên hanê. Her wiha bi tîrên ku davêjin heywanan jî tevgera heywanan tesbît dikin. Yanî di vî warî de jî mirovahî ji van resmên şikeftan sûd wergirtiye. 

Ji dêvla firçeyê kevz û por

Wêneyên li vê şikeftê bi firçeyê nehatine çêkirin. Ji dêvla firçeyê hunermendan kevzê û por bi kar aniye û xetên fîgûrên xwe bi vî awayî çêkirine. Wan bi zil yan jî hestiyên qul jî boyax li ser xetên xwe reşandiye. Weke niha îro çawa li kolanan bi spreyan fîgûr ten xêz kirin, wan jî wiha boyax kiriye ev resmên hanê. Pîgmentên boyaxên wan jî ji mîneralên herêmî hatine çêkirin. Ji bo karibin li jora şikeftê jî resman çêkin, wan sîstema îskeleyê daniye û xwe gihandine cihê zehmet yên şikeftê.

Derbarê van resmên li ser dîwarên şikeftê de gelek tişt tên gotin. Ji ber ku fîgûrên hatine xêzkirin, bêhtir li ser heywanan in, tê gotin ku beriya nêçîrê ji bo rîtûelekê îfade bikin, ev resm hatine çêkirin. Ji ber ku wî zemanî beriya nêçîrê rêûresmên bi vî rengî hebûne û merasîmên wiha hatine lidarxistin. Teoriyeke din jî derbarê van resman de wiha ye: Ji bo ku li dora agir kom bibin û li çîrokên devkî guhdarî bikin, ev resm hatine şeyesandin. Yanî li gorî vê teoriya duyem, hingê mirov xwedî zimanekî xurt ê çîrokgotinê bûne.