Şiroveyên şaş û teswîrên komîk

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 18 Hezîran 2024 - 00:30

  • Di Serdema Navîn de hin heywan gelek caran li gor şirove û agahiyên şaş dihatin teswîrkirin. Ev şiroveyên şaş bi xwe re teswîrên komîk jî derdixistin holê. Gava mirov dêhna xwe dide îllûstrasyonên hunermendên wî zemanî mirov vê yekê baştir dibîne.

Vî zemanî êdî her tişt bi dîtbariyê tê nîşandan û hema bêje di derbarê her tiştî de fotograf an jî vîdeoyek heye. Yanî hin îstistan ne tê de gava hûn berê xwe didin Google û Youtube gelek agahî, wêne û vîdeo derdikevin hemberî we û mirov bi awayekî hêsan dikarin xwe bigihînin tiştên ku lê digerin ango dixwazin. Nexasim di van 20 salên dawî de pêşketina di warê medya û teknolojiyê de derfetên bêhempa afirandin. 

Lê beriya 100 an jî 200 salan karê hunermend û zanyaran ewqasî jî hêsan nîn bû! Di warê dîtbariyê de karên wan gelek zor bû û diviyabû bi destên xwe hin tiştan biafirînin an jî çêkin. Ji lewma destxet û îllûstrasyonên Serdema Navîn girîng in. Hunermendan wî zemanî li gor derfetên heyî dikarîbûn hin tiştan biafirînin. Yanî weke îro bi rehetî nikaribûn rûpelekî kopya bikin û ji bo karên hunerî keda destan pirr girîng bû. Lê mirov dikare bibêje li gel derfetên kêm hunermendan wî zemanî jî berhemên xweşik afirandine. Heta hinek ji wan pirr komîk in. Nexasim jî hin wêne û îllûstrasyonên heywanan ên Serdema Navîn bala mirovan dibin ser xwe. 

Fîl, bê guh hatin teswîrkirin

Di Serdema Navîn de her çend navê hin heywanan hatibe bihîstin jî gelek hunermend van heywanan bi çavên serê xwe nedîtibûn. Êdî her tişt dima li ser agahiyên ku ji wan re dihatin an jî bi dest dixistin. Teswîrên xwe li gor van agahiyan çêdikirin. Ji ber ku di derheqê hin heywanan de agahî şaş an jî kêm bûn îllûstrasyonên pirr komîk derketine holê. Naxasim jî hin heywanên egzotîk di xeyalên hunermendan de veguherîne tiştekî din. Weke nimûne heta demekê ji wan weye ku teriya darbir (segavî) dişibe çermê masiyan û demeke dirêj teriya darbiran şibandin çermê masiyan. Yek ji wan tiştên balkêş jî ew bû ku di gelek îllûstrasyonan de guhên fîlan nehatine çêkirin. Helbestvanê Flamanî Jacob van Maerlant gava îllûstrasyên fîlan çêdike guhên wan çênake ji lewma ew li gor agahiyên Guillaume le Clerc diçe ku sedsala 13’an de fîlan bê guh şirove kiriye an jî daye naskirin.

Û gelek îllûstrasyonên balkêş

Mirov dikare nimûneyên bi vî rengî gelekî zêdetir bike. Heger heywaneke kem hatibe dîtin hatibe teswîrkirin wî çaxî îllûstrasyon balkêştir dibin. Weke nimûne; leopar weke ajaleke belek û reng sor hatiye teswîrkirin. Serê leopar şibandine yê pisîkan. Tîmsah bi rengekî zelal û vekirî hatiye xêzkirin û şibandine gumgumokan. Hin heywanên ku di avê de dijîn jî balkêş in. Di hin îllûstrasyonan de nikul û çavên îstîrîdyeyê hatine xêzkirin. Her wiha pozê balînayekî jî şibandine yên guran. Axir gelek heywan bi awayekî şaş hatine teswîrkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.