Şirnexî ji qeyûm off bûne

Şemî 23 Adar 2024 - 00:39

ZEYNEP DURGUT / MA / ŞIRNEX

Şêniyên Cizîrê ku piştî lehiyê avê da ser malên wan dijî rêveberiya qeyûm helwest nîşan dan û gotin,’’Her carê ev tişt tê serê me. Şaredarî ya xwarina pereyan e, ne ya xizmetê ye.’’

Li navçeya Cizîr a Şirnexê ev çend roj in baraneke zêde dibare û kuçe û kolan di bin avê de man. Li Cizîrê hejmara logaran kêm e û yên heyî jî xitimî ne. Ji ber barîna ku êvarê destpêkirî gelek kuçe û kolan di bin avê de man. Welatî bi saetan di malên xwe de asê man. Gelek welatî jî bi derfetên xwe ji malên xwe derketin. Her wiha ajalên şeniyên taxiyan û tiştên jiyanî jî di bin avê de man. Lehî di danê fitareyê de çêbû û wê demê tu kes li derve nebû. Vê yekê jî rê li ber karesatekê girt. 

Em ditirsin xaniyên me hilweşin

Şeniyên Taxa Nûrê nerazîbûn nîşanî şaredariya Cizîrê ya qeyûm da.

Ji şeniyên taxê Fatma Gevde, diyar kir ku her sal heman rewşê dijîn û wiha axivî: “Her cara ku baran dibare malên me, kolanên me di bin lehiyê de dimînin. Yan bila ji vê pirsgirêkê re çareseriyekî bibînin yan jî bila nebêjin ku ew ê alîkariyê bikin. Em ditirsin ku carekî avahiyên me hilweşin. Heke ku di wê seatê de zarokên me li derve bûna, dê li ber avê biketina. Me xwe li ser banî avêt. Heke em ji vir bihatina wê li ber avê biketina. Dexl, makîneyên me yên ceyranê û xaliyên me di bin avê de man.” 

Qeyûm dibe sedema karesatan

Emîne Karagoz jî bi lêv kir bêtevdîriya şaredariyê hindik mabû rê li ber karesateke mezin ve û wiha got: “Em di mala xwe de bûn. Bi barînê re kolan di nav avê de man. Heta ku me xwe berhev kirî av li ser mal û kûçeyan derbas bû. Hewşa malê tije av bû û em jî ji nêçariya xwe reviyan û derketin. Em revîn çûn malên cîranên xwe û me bi zorê xwe xwe xelas kir. Ew seata ku lehî rabû seata fitarê bû, ji ber wê windahî çênebûn. Heke ne wisa bûya dê rê li ber karesata vekiribûya.” 

Qeyûm pergala diziyê ye

Ji heman taxê Şerîfe Uçkun jî bertek nîşanî şaredariyê da. Uçkun, anî ziman ku şaredariyê heta niha tu kareke wan nekiriye û wiha domand: “Şaredarî tenê dizane bixwe. Bila bê li vê heriyê binêre, bila bê li rewşa me binêre. Ev çend sal in ku em di vê rewşê de ne. Yek carê pirsgirêkeke me çareser nekirine. Şaredarî şaredariya perexwarinê ye, ne ya xîzmetê ye. Şaredarî ne şaredariya feqîr û jaran e.”

Alîkarî neanîn

Welatiyeka ku nexwest navê xwe bide jî anî ziman ku binesaziya bajêr saxlem nehatiye çêkirin û wiha got: “Her carê tên li rewşa me dinêrin û piştre diçin pişta xwe didin me. Her carê em heman tiştî dijin. Qeymeqam xanim wê her carê bê li rewşê binêre û biçe. Ev taxe hemû di bin avê de ma. Kanalîzasyon teqiyan û barîna ku barî jî ser me de hat. Her sal heman tişt çêdibe lê tu tevdîr nayên girtin. Par jî me heman tişt jiya.” 

Şeniyeke din a taxê jî ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku ajalên wê di bin lehiyê de man û bertek nîşanî qeyûm da. Welatiyê wiha got: “Her cara wiha dibe qeymeqam tê vê derê û ji me re dibêje, ‘em ê pêdiviyên we pêk bînin.’ Lê piştre pişta xwe dide me. Xwe nîşanî me dide û piştre direve û diçe. Heta tu kesî naşînin ku avekî bidin me. Nabêje ka dê rewşa taxê çi bibe. Ajalên me di nav avê de man. Kesek nebû ku derbixîne. Alîkarî ji me re nehat.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.