Sînemaya me ya hêviyê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 15 Tîrmeh 2024 - 00:23

  • Endama Komîna Fîlm a Rojava û derhêner Nadiya Derwîş diyar kir ku komîna Fîlm a Rojava ji aliyekî ve fîlman dikêşe ji aliyê din ve jî êş û berxwedana gel radigihîne cihanê û got: Sînemaya me sînema hêvî û serketinê ye.

ROJ DENÎZ / ANF / QAMIŞLO

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên çand û hunerê bê navber didomin. Yek ji saziyên ku xebatên çand û hunerê dimeşîne Komîna Fîlman a Rojava ye. Komîna Fîlman a Rojava; kolektîfek, ji hêla sînemagerên welatparêz/şoreşger ku di 14'ê Tîrmeha 2015'an de li Qamişloyê hate damezrandin. Endama Komîna Fîlman a Rojava û derhêner Nadiya Derwîş têkildarî xebatên xwe de agahî dan. Nadiya Derwîş qala rewşa sînemaya beriya şoreşê kir û got:“Beriya şoreşê sînemaya Kurdî yan jî sînemayek bi rengek şoreşgerî nebû. Piştî ku Şoreşa Rojava dest pê kir yek ji qadên girîng ku pêwîst bû pêş biketa qada hunerê bû. Bi taybetî jî hewceyî bi sînameya Kurdî hebû. Gelê herêmê bi salane dûrî çanda temaşekirina fîlmên Kurdî bûn.”

Perwerde bingehîn e

Nadiya li ser xebatên despêkê yên Komîna Fîlm a Rojava jî ev tişt anî ziman:“Yek ji xebatên despêkê yên ku di wê demê de hatiye destpêkirin pêşandana fîlman bû. Ji bo çanda temaşekirina fîlman bê belavkirin weke gava yekemîn bi xebatek wiha dest pê kirin. Ji ber vê yekê ji bo zarokan taybet xebata nîşandana fîlman bi pêş ket. Li hemû gund û bajarên Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev xebat hatin meşandin. Her wiha yek ji armancên me sînemager bên gihandin bû. Ji bo wê di beşa Komîna Fîlm de perwerde karê herî girîng e. Li ser vê esasê perwerdeya taybet a sînemayê hate vekirin. Gelek kesên ku di wê demê de tevlî wan perwerdeyan bûne niha bi awayek pispor cihê xwe di nav Komîna Fîlm de digirin û xebatê didin meşandin.” 

Sînemayeke şoreşgerî ava dikin

Di berdewamiya axaftina xwe de Nadiya bal bire ser zehmetiyan û wiha got:“Dema xebatek ji nû ve tê avakirin an jî dest pê dike zehmetî jî tê de hene. Ji bo Komîna Fîlm jî ev mijar derbasdar bû. Ji ber ku xebata sînemayê pir nû û balkêş dihat. Bi taybet di van salên dawî de fîlmên dihatin çêkirin û di nav civakê de dihatin belavkirin. Di nav gel de nêrîna derbarê Komîna Fîlm de neyênî bûn. Ji bo em sînemayê yan jî fîlmên xwe bi gel bidin qebûlkirin xebat hatin meşandin. Ya herî girîng jî em bi gelê xwe re sînameyeke şoreşgerî bi çand û zimanê xwe ava dikin. Piştî ku me fîlmên xwe bi zarokan dan pêşandan, dîtin ku di vir de em dixwazin tiştekî nû ava bikin. Sînameya me êdî ji aliyê gel ve hatiye qebûlkirin.”

Êş koçberî û berxwedan

Derhêner Nadiya bi bîr xist ku wan di sala 2015'an de akademiya hunerî vekirin û got:“Piştî avakirina Komîna Fîlm, di sala 2015'an de Akademiya Hunerê hate vekirin. Gelek şagirt li vir perwerde dîtin. Gelek ji wan çîrok û senaryo nivîsandin û ji wan kurtefîlmek jî hate kişandin. Di çîrokên me de êş, azar, koçberî û berxwedana hene. Ji ber vê sînemaya me sînema hêvî û serketinê ye. Em di şoreşê de ne û êrişên dijmin hîn berdewam in. Dixwazin di nav gel de tirsekê bidin çêkirin, ev yek di nav xebatên me de jî zehmetiyekê dide avakirin. Lê dema mirov diçe ber kamerayê hestek cuda ava dibe û em hewl didin ku ev rewş bandorê li xebata me neke.” Nadiya Derwîş têkildarê berhemên ku derxistine holê de jî got:“Di nav çend salan de gelek xebatên bi wate hatin kirin. Gelek mîhrîcan, projeyên sînemaya gerok hate pêşxistin. Li hemû gund û bajaran fîlm hatin pêşandan. Em hewl didin xwe bigihînin her kesî. Bi vê re gelek fîlmên mezin û navdar weke fîlma ‘’Ji bo azadiyê” a ku qala berxwedana Sûra Amedê dike. Ya din fîlma Kobanê bû, ev fîlm li gelek welatan hate pêşandan û ji aliyê gel ve hatine hezkirin û qebûl kirin. Her wiha rêzefîlmên weke “Tava sor” û “Evîna Kurd” hatin çêkirin. Ji ber ku ji hêla gel ve hatin hezkirin, gelê me dihatin cihê kişanê û bi meraq li xebatên me dinêrîn.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.