Sînema rastiya min e yan jî Chris Marker

Nûçeyên Çand/Huner

În 8 Kanûn 2023 - 10:03

  • Sînemavanê gerok Chris Marker, her tim weke rêwiyekî di rêyên nenas de bû, gelek belgefilmên xwe bi awayê “Cine-Verité” çêkirin, lê Chris Marker ji bilî vê rastiyê, îşaret bi rastiyeke din dikir û digot, “ciné, ma vérité" yanî “sînema, rastiya min”. Marker, ceribînerekî jidil bû ku di warê sînemayê de bi hafize û dîrokê daket. Dîroka sînemayê bêyî belgefilmên wî bê bîr û hafize ye!

ARDÎN DÎREN

“Kesekî weke Marker nayê sinifandin… Di sînemaya Fransayê de nivîskarên lîstikan, helbestvan, teknîsyen û kesên otobiyografiyan dinivisînin, gelek in lê ceribînerê jidil yek tenê ye; Chris Marker.”

Roy Armes


Tûrê wî li ser pişta wî û weke sînemavanekî gerok her rêwî bû. Dinya platoyeke sînemayê bû ji bo wî û wî hewl dida li vê dinyayê bi pey serpêhatî û qewimînan bikeve. Wî gelek dîmen kom kirin di tûrê xwe yê sînemayê de. Mirov dikare wî weke kesekî bê cih û war jî bihesibîne. Heger cih û warek jê re hebe, ew jî filmên wî yên weke cerebeyan in. Heger starek jê re hebe ew jî îmajên wî yên sînematografîk in, îmajên ku bi hafizeyê dadiketin û temaşevan ber bi xakên cuda ve dibirin.

Wî ji xwe re ji filman xaniyek çêkir û di wî xaniyî de hedirî. Hûr û mezin tevde, li pey xwe qederê 50 filmî hiştin. Ji bo insan li ser hin meseleyan ji nû ve bihizirin arşîveke bêhempa hişt li pey xwe. Arşîveke ku dîroka sînemayê ji nû ve bi mane dikir û ruhê sînemayê yê azad nîşanî xelkê dikir. Wî qet hez nedikir hinek wêneyên wî bigirin û ne jî li ser filmên xwe bi xelkê re dipeyivî. Li gorî tê gotin, gava hin kesan jê fotografên wî xwestine, wî ji dêvla fotografên xwe, fotografên pisîkan ji wan re şandine! Ji pisîkan gelekî hez dike û di filmên wî de jî em vê hezkirina wî dibînin. Ji lewma jî derbarê wî de kêm agahî hene. Gava hinekan dixwest derbarê wî de hin tiştan fêr bibin, bersiva wî ev bû; “Filmên min besî we [temaşevan] ne.” Tenê filmên wî hene, mirov dikare bi rêya filmên wî, wî nas bike; filmên wî yên weke helbestan ku li xaka ceribandinan serpêhatiya mirovahiyê vedibêjin. 

‘Cine-essay’ û filmên ku ‘difikirin’

Ez behsa Chris Marker dikim, ew sînemavanê afirîner û nûjen. Navê wî yê medenî esas Christian-François Bouche-Villeneuve ye. Ew sînemavanê ku ji sînemavanekî bêhtir dişibiya zanyar yan jî antropologekî. Di warê “antropolojiya dîtbarî” de karên serketî pêk tîne û li têkiliya di navbera dîrok û hafizeyê de dikole. Nexasim jî bi belgefilmên xwe yên ku dişibin cerebeyan, antropolojiyê li sînemayê zêde dike. Yanî bi sînemayê antropolojiyê rave dike. Lê ev ravekirin, ne bi çavekî rojavayî yê serdest tê kirin, Chris Marker ji wê nihêrîna mêhtingeran ya ku bi xezeb û çavsorî li warên din dinihêrin dûr e. Ji lewma her filmekî wî ponijîneke li ser bermahiyên insanan û her wiha tiştên ku insan pê re têkildar in. Jixwe, gelek filmên wî jî weke “cine-essay” (film-cerebe) tên pênasekirin. Ew jî weke Dzîga Vertov û gelek sînemavên Sovyetî di warê sînemaya belgeyî de bi rêya montaja afirîner tiştên nû diceribandin. Nexasim jî lêgerîneke wî ya polîtîk hebû bi van ceribandinên di warê sînemayê de û heta jê dihat zor dida xwe da ku ji vegotinên heyî yên klasîk dûr bikeve û ji bersivan bêhtir, pirsên nû zêde dikirin di vî warê sînemayê de ya ku “difikire”. Helbet çarçoveyeke hunerî ya ku dixwest di filmên xwe de bi cih bike jî hebû. Chris Marker di navbera xwe û temaşevanan de jî her tim valahiyek dihişt, yanî polîtîkbûyîna wî ya ku civakîbûn diparast, ti carî rê li ber sekna wî ya di warê estetîkê de nedigirt. Her wiha mirov dikare bibêje, sekn û polîtîkbûna wî bi serê xwe îşaret bi estetîkekê dikir. Ew ne insanê qalib û rêgezên hişk bû, berevajî vê, serbixwe û azad bû. Gelek berhemên wî bi awayê “Cine-Verité” hatine çêkirin lê Marker îşaret bi rastiyeke din dikir û digot; “ciné, ma vérité" yanî sînema rastiya min! Nexasim di warê estetîkê de sînor jê re te tine bûn û bi çi awayî bixwesta, hespê xwe bi wî awayî dibezand di deşta sînemayê de. Filmên çêkirine, xebatên ku birine serî, baş nîşan didin ku sînema rastiya Marker e. Wî emrê xwe yê dirêj (1921-2012) tenê ji bo sînemayê terxan kir û heta dawiya emrê xwe, xwest bi sînemayê re mijûl bibe. 

 

Berê temaşevanan dide warên dûr û nenas

Di filmên xwe de metnên nivîskî jî pirr bi kar tîne, yanî nivîskarekî xurt e di warê ceribandinan de. Jixwe, beriya ew weke sînemavanekî were zanîn, bi nivîskariya xwe tê naskirin. Yanî ew di salên 1940’î de li Fransayê di kovaran de weke nivîskar dixebite û li ser çand û huner cerebeyan dinivîse. Ji ber ku di warê ceribandinan de xurt e, ew di her filmekî xwe de jî bi nihêrîneke nû berê temaşevanan dide warekî ku dûrî wê ne û qet nas nekirine. Ew di ceribandinên xwe de çawa be di filmên xwe de bi wî hawî ye. Alexandre Astruc bi bîr tîne û kamerayê weke qelemeke azad bi kar tîne û hevok-îmajên ku bi dîmenan diafirîne, naşibin filmên heyî. Xasîtiyeke wî ya ku naşibe ya derhênerên din heye. Her wiha Chris Marker gelek disîplînên cuda yên hunerî jî bi kar tîne û bi vî awayî sînemaya xwe ji gelek hêlan ve kamiltir dike. Ew ji wêje, fotograf, video-art, enstalasyon, arşîv û dîmenên belgeyî sûd werdigire û filmên xwe bi van hêmanan çêdike. 

 

Li ‘Hêla Çepê’ disekinî

Chris Marker di sala 1950’î de bi sînemayê re mijûl dibe. Ew serê ewilî tevî Alain Resnais belgefilman çêdike. Jixwe, Chris Marker, Alan Resnais û Agnes Varda weke andamên koma “Left Bank” (Hêla Çepê) tên hesibandin. Yanî beriya ku “Pêla Nû” ya Fransayê di sînemayê de filman hilberîne, Chris Marker dest bi çêkirina filman dike. Berhema wî ya yekem “Olympia 52” behsa olîmpiyadan dike. Her wiha Marker û Alain Resnais bi hevre belgefilma “Les statues meurent aussi” (Peyker jî dimirin) çêdikin. Ev belgefilm behsa mêhtingerî û nijadperestiya Ewrûpayê dike bê ka wan peykerên li Efrîkayê çawa talan kirine û anîne li muzexaneyên Ewrûpayê bi cih kirine. Ji bo ku Marker û Resnais sansura li ser belgefilmê qebûl nake, ev belgefilm demeke dirêj li ti deverê nayê nîşandan ta ku bi awayekî sansurkirî tê qebûlkirin ew jî biryarê didin ku belgefilmê belav bikin. Piştî vê belgefilmê, Marker dest bi gerê dike û li gelek welatan dimîne. Belgefilmên wî yên pêşî, berhemên van ger û rêwîtiyên wî ne: Dimanche à Pekin (1956; Li Pekînê yekşem), Lettre de Sibérie (1957; Nameya ji Sîbîryayê), Les Astronautes (1959 tevî Borowczyk), Description d'un combat (1960; Terîfa şerekî) û ¡Cuba Sí! (1961). 

 

SLON; kolektîfa filmên polîtîk

Gava ku di sala 1968’an de tevgerên xwendekaran û her wiha çîna karker li dinyayê hemûyî serî radikin, Chris Marker jî bê helwest nîne helbet û li aliyê xwendekar û karkeran disekine. Kemaraya xwe jî bêhtir polîtîk dike û li hemberî dinyaya kapîtalîst bi roleke şoreşger radibe. Li hember desthilatan, agirê sînemayê geş û gur dike û piştevaniya sînemavanên şoreşger dike. Jixwe, beriya ku ciwanên şoreşger li meydanên dinyayê bi awayekî girseyî meş û protestoyan li dar bixin, Chris Marker belgefilmê “Loin du Vietnam-1967” (Li dûrî Vîetnamê) çêkiribû û şerê li Vîetnamê protesto kiribû. Derhênerên weke Agnes Varda, Jean-Luc Godard, Alain Resnais û Joris Ivens jî pişta vî belgefilmî girtibûn û alîkarî dabûn Chris Marker. Di belgefilmî de dîmenên protestoyên li hemberî şerê Vîetnamê yên li Parîs û New Yorkê hebûn û Marker bi vî awayî eşkere kiribû ka ew li kîjan aliyê disekine û bi kê re tevdigere. Jixwe, piştî bûyerên salên 1968’an Chris Marker bi temamî filmên polîtîk çêdike. Weke tercîheke exlaqî ya wê demê, wextê xwe hemûyî ji xebatên polîtîk û hunerî re vediqetîne. Demekê dev ji karên xwe yên şexsî berdide. Heta wî komeke bi navê “SLON” (Koma ku karên nû dide dest pê kirin) jî ava kir. SLONê ji komê bêhtir weke kolektîfeke filman kar dikir û armanca kolektîfê ew bû ku filman hilberîne. Filmên wan bêhtir li ser grev û protestoyên karkeran bûn. Kolektîfê hewl dida ku karker bi xwe filmên xwe çêkin. Ev kolektîf demeke dirêj xebatên bi vî rengî dibe serî û di sala 1974’an de navê xwe diguherîne dike “ISKRA”. Ev nav jî navê rojnameya Vladimir Lenîn bû û bi Rûsî tê maneya “çirûsk”ê. Jixwe, şêwaza kolektîfê ya çêkirina filman jî eynî weke ya sînemavanên Sovyetê bû, wan hêz û îlhama xwe ji sînemavanên Sovyetê digrit.

 

La jetée; kesereke kûr li ser hafize û bibîranînan

Mirov dikare filmê “La jetée” (Avêtî) weke kurtefilmekî “dîstopîk” qebûl bike. Filmekî 28 deqîqeyî ye ku di sala 1962’yan de hatiye çêkirin. Lê ew di heman demê de dişibe belgefilmekî jî. Belgefilmekî helbestî yê ku bi fotografan ava bûye. Jixwe, hin kes vî filmî weke “fotoroman” jî dihesibînin. Her wiha “La jetée” berhemeke welê ye jî ya ku bi her awayî hatiye sêwirandin. Filmekî ew çend xerîb û tevlîhev e. Lê di filmî de afirîneriya Chris Marker ya ku hin wêneyên bê tevger ji nû ve zindî dike û bi van wêneyan tevgereke nû ava dike, derdikeve holê. La jetée nimûneyeke baş e ji bo “tevgera bêtevgeriyê” ya di sînemayê de. Ne afirîneriyeke ji rêzê ye ev hewldana Marker, lê ponijîneke kûr e li ser sînematografî, zeman, mekan û hafizeyê.

Filmê “La jetée” berhemeke xeyalên zanistî ye. Film bi van hevokan dest pê dike; “Ev film serpêhatiya mirovekî vedibêje, mirovê ku dîmenên zarokatiya wî pirr lê tesîr kirine.” Piştî Şerê Cîhanê yê Sêyem, Parîs tê dagirkirin û bajar têk diçe. Kesên ku namirin û sax dimînin ji ber tesîra radyasyonê mecbûr dimînin bi kesên dagirker re di bin erdê de bijîn. Ev kesên dagirker û desthilat dixwazin li ser kesên têkçûyî hin tiştan biceribînin. Ew bi van ceribandinên xwe armanc dikin ku bi rêya hêsîran agahiyan kom bikin û bi van agahiyan ji nû ve siberojeke bi ewle ava bikin. Di nav êsîran de kesek heye ku xwedî bîranîneke bi hêz a zarokatiyê ye. Ev kes bi saya bibîranînên xwe yên bi hêz ku di hafizeya wî de cih girtine, dikare li rabihuriya xwe vegere û here rojên berê. Dagirker dixwazin bi hişê vî zilamî bilîzin û siberojê bi hafizeya wî careke din ava bikin. Yanî ji bo ew karibin mirovahiyê xelas bikin vî zilamî weke “zindiyê ji bo ceribandinan” bi kar tînin. Rêwîtiyên zilamî yên ber bi rabihuriyê ve jî hinekî ji hev qut in, rast in yan jî ne rast in, temeşevan zû bi zû nikarin ji hev derxin. Lê ji bo ku ev kesên di bin erdê de karibin bijîn û siberojekê ava bikin rêwîtiyên ber bi rabihuriyê ve girîng in û ew ê tenê karibin bi şiroveyên derbarê rabihuriyê de siberojekê ava bikin. Film di çarçoveyeke xeyalên zanistî de diherike û hin dîmenên ku ji hafizeyên rabihuriyê dinizilin di hişê wî zilamî de yê ku hin tişt li ser tên ceribandin, ji nû ve tên bicihkirin.

Yanî bi kurt û kurmancî, Chris Marker di vî filmî de dixwaze bi hafize û nîgaşan, siberojeke ne diyar ava bike. Lê ji bo siberojeke bi ewle rabihurî hewce ye, bi vî awayî îşaret  bi girîngiya bîrê jî dike. Chris Marker esas, bi vî filmî li têkiliya di navbera wextê bihurî, dema niha û siberojê dikole. Li gorî Marker, wextê bihurî paqijiyê, dema niha wehşetê û siberoj jî nediyariyê îfade dikin. Bi fotografên reş û spî atmosfereke sînemayî ya balkêş ava dike. Yanî ew bi vî filmê xwe di warê sînematografî, zimanê sînemayê û her wiha pevxistina malzemeyên dîtbarî de jî rêyên nû nîşanî sînemavanan dide û bingehekî qewî çêdike. Nihêrîneke xas ava dike di sînemayê de ku naşibe ti nihêrînan. Ev nihêrîn nihêrîneke resen a Chris Marker e, ne ya kesekî din! Ev hevoka di filmî de nihêrîna Marker ya derbarê kêlî û bibîranînan de eşkere dike: “Tiştekî ku kêliyên ji rêzê ji bibîranînan veqetîne, tine ye. Çi wextî naliyan, ew birînên ku ji ber kêliyan vebûne, aha wî wextî kêlî dibin bibîranîn.”

 

Sans Soleil; rêwîtiyeke şexsî, helbestî û polîtîk

Di wan filman de ku weke cerebeyan tên qebûlkirin, “ger” yan jî “rêwîtî” hêmayeke girîng e. Belgefilma “Sans Soleil” (Vê tavik) a Chris Marker nimûneyeke baş e ji bo filmên ku weke cerebeyan tên hesibandin. Ew belgefilmekî “ger” û “rêwîtî”yan e. Her wiha, ew straneke dilsoj e li ser trajediya dinyaya nûjen ya ku kes nizane ber bi ku ve diçe. Sans Soleil belgefilmekî weke helbestê ye. Helbesteke dirêj e ya ku ji çend tebeqeyan pêk tê. Derhênerê belgefilmî dibe rêwî û di vê rêwîtiya xwe de îmajan kom dike. Marker bi van îmajan yanî dîmenan belgefilmekî weke çemekî rewan, çêdike. Em, yanî temaşevan ji herikîna vî çemî qet têr nabin û dixwazin ev çem her biherike û qet nemiçiqe. Hêla belgefilmî ya helbestî û polîtîk nirxê belgefilmî zêdetir dike û bi her awayî nîşan dide ku Marker dengbêjekî nûjen ê serdema xwe ye. Metnên ku Marker ji bo belgefilmî hazir kirine û di belgefilmî de weke dengekî ji derve tên bihîstin, bêhempa ne. Her wiha dîmen jî ev metnên herikbar hembêz dikin û Marker bi tiştên ji rêzê yên rojane dadikeve ku ev tişt qet ne xema kesî ne û kes guh nade wan! Di cihekî belgefilmî de tê gotin; “Ez li dinyayê hemûyî geriyam lê êdî tenê tiştên adetî bala min dibin ser xwe.” Nihêrîn û hizra Marker ya derbarê van tiştên rojane yên ji rêzê de dikin ku temaşevan jî li ser van tiştan careke din bifikirin û bi dilekî tenik van tiştan hîs bikin. Marker di vî belgefilmî de biwêja Japonan ya “Mono no aware” jî bi bîr tîne; ev gotin ji bo pêhisîna tiştên ku demekê hene û paşê jî ji holê radibin… yanî  ev biwêj ji bo tiştên qewimîne û bihurîne, îşaret bi xemgîniyekê dike. Marker jî tîne ziman ku tiştên otantîk û resen roj bi roj tine dibin û serweriya teknolojiyê rêûresmên berê ji holê radike.

Chris Marker ji bo belgefilmê “Sans Soleil” karakterekî ava dike ku navê wî Sandor Krasna ye. Em di belgefilmî de li nameyên ku Sandor Krasna (ev metnên polîtîk ên Marker bi xwe ne û Sandor Krasna jî temsîla wî ya di filmî de ye) nivîsandine, guhdarî dikin tevî dîmenên ku li Îzlanda, Japonya, Cape Verde û Fransayê hatine girtin. Em van nameyan ji devê vebêjereke jin ku navê wê nayê zanîn, dibihîsin. Sandor Krasna dema diçe serdana wan welatên ku me navê wan li jor hilanî tevî dîmenên ku bi ber çavên wî dikevin, nameyan dinivîse. Metn û dîmenên di belgefilmî de bêhtir li ser çand û rêûresmên otantîk in. Yanî Sandor Krasna (Chris Marker) bi saya van çandan, navbera welatên ku li wan digere pêwendiyan çêdike, yanî ew cihên dûrî hev bi rêya polîtîkayê digihîne hevdu û tiştên ku di rêwîtiya xwe de dîtine şirove dike. Weke nimûne ew di dereke belgefilmî de dibêje, “Dîrok gava karê xwe bi hin kesan diqedîne, wan diavêje ser poxanê!” Marker bi hevokên wiha, sekn û helwêsta xwe ya polîtîk jî eşkere dike û di gelek cihan de nîşanî me dide ku ew bi nihêrîneke serdest a Rojhilatî li meseleyan nanihêre, dilsoz e di gotinên xwe de û li hemberî “yên din” bi hurmet tevdigere. Heta mirov dikare bibêje, bi nêzîkatî û helwêsta xwe ew jî dibe kesek ji “yên din” û bi vê hizrê di navbera dîrok û hafizeyê de têkiliyekê ava dike. Jixwe belgefilmê “Sans Soleil” hinekî jî ponijîna li ser dîrok û hafizeyê ye. Gotina Sandor Krasna ya “Divê em bi bîr bînin, eynî weke ku em dîrokê ji nû ve binivisînin. Divê em hafizeya xwe ji nû ve binivisînin.” têkiliya di navbera dîrok û hafizeyê de pirr baş rave dike. Wekî din jî Sandor Krasna tim pirsan dike…pirsên ku mirovan ber bi diyalogan ve kaş dikin. Yanî belgefilm weke hevpeyvîn û sohbetekê diherike û mirov ji sohbeta Sandor Krasna têr nabe.

Sans Soleil belgefilmekî wisa ye ku gava bi dawî dibe jî naqede… jixwe ne belgefilmekî wiha ye ku derbarê meseleyên kiriye babeta xwe de biryaran bide û di teqeziya hin tiştan de jî israr nake. Bi gotina Godard, ev belgefilm “bi pey îmajên ‘rast’ nakeve, tenê bi îmajan dadikeve…” Sans Soleil belgefilmekî bê zeman û bê mekan e, her cara ku mirov li belgefilmî temaşe dike, mirov nihêrîn û perspektîfeke cihê dibîne. Sans Soleil di sala 1983’yan de hate çêkirin û rêwîtiyeke pirr şexsî û polîtîk a Chris Marker e. Marker navê film ango “Sans Soleil” ji ber “fug”eke bestekarê Rûsî yê bi navê Modest Petrovich Mussorgsky girtiye. Fug di muzîkê de zêdebûna dengên dubarekirî ye. Dema mirov li vî navî difikire, dibîne ku Marker bi navê film îşaret bi metaforeke girîng dike. Ji lewma di belgefilmê “Sans Soleil” de jî gelek tebeqe hene û her diçe ev tebeqe bi perspektîfên cuda tên nirxandin, eynî weke wan dengên ku di “fug”an de zêde dibin û her dubare dikin.

 

‘Afirandin bibîranîn e. Bingehê her tiştî hafize ye.’
Tarkovsky, Kurosawa û Medvedkin

Chris Marker “hevalê hevalên xwe” bû yanî ew sînemavanekî qenc bû. Heta jê hat bi sînemavanan re têkiliyên xurt ava kirin û gelek caran jî piştgirî da derhêneran da ku ew filmên xwe temam bikin yan jî belav bikin û bidin xuyakirin. Patricio Guzman yek ji wan derhêneran e ku hinekî jî bi piştgiriya Chris Marker hatiye zanîn. Jixwe, Guzman jî dibêje “çi bext û siûdeke xweş bû ku min ev camêr nas kir” û piştgiriya Marker ti carî înkar nake. Marker demekê diçe Şîliyê da ku belgefilmekî çêke, lê gava dibîne Patricio Guzman belgefilmek çêkiriye ji dêvla ku ew belgefilmî çêke, radihêje belgefilmê Guzman “La Batalla de Chile” (Şerê Şîliyê) û vedigere Fransayê û li Fransayê nîşan dide. Gava ew li Fransayê dimîne jî ji Guzman û hevalên wî re filmên bi kalîte û nû dişîne da ku karibin karên nûtir derxin holê û serpêhatiyên welatê xwe bi sînemayê nîşan bidin.

Chris Marker her wiha belgefilmên sê derhênerên mezin ên dinyayê jî çêkirin. Ew bi Tarkovsky, Kurosawa û Medvedkin re jî heval bû û derbarê van sê derhênerên şareza yên sînemayê de sê belgefilmên bêhempa çêkirin ku her yek ji ya din xweşiktir e. Bi belgefilma “A.K-Akîra Kurosawa” (1985) behsa derhêneriya Kurosawa dike. Marker diçe serdana Kurosawa dema ku ew filmê xwe yê bi navê “Ran” çêdike. Di belgefilmî de dîmenên paş kamerayê hene. Film her çiqas behsa derhêneriya Kurosawa bike jî di heman demê de kesayeta Kurosawa jî bi me dide naskirin. Ev peyva di belgefilmî de ya “Afirandin bibîranîn e. Bingehê her tiştî hafize ye.” her çend ji bo Kurosawa û serpêhatiya wî ya hunerî hatibe gotin jî ji bo sînemaya Marker jî bi her awayî tê qebûlkirin. Ji lewma, ew jî bi van belgefilmên xwe diafirîne û bi bîr tîne, hafizeyê dike bingeha sînemaya xwe.

Belgefilmê bi navê “The Last Bolshevik” (1992) jî behsa derhênerê Rûsî Aleksandr Medvedkin dike ku Marker wî weke bolşevîkê dawî dibîne. Medvedkin jî yek ji wan derhênerên Sovyetî bû ki di sala 1935’an de filmê xwe yê ewilî çêkiribû. Lê ew herî zêde bi projeya xwe ya belgefilman “Cine-train” dihate nasîn, belgefilmên ku propagandaya dewleta Sovyetê dikirin. Chris Marker û endamên koma sînemayê ya “Medvedkino” digotin, “Medvedkin Che Guevarayê sînemayê ye” û wî weke partîzanekî jêhatî ku bi sînemayê propagandaya şoreşê dikir, didin nasîn.

Belgefilmê “One Day in the Life of Andrei Arsenevich” (2000; Rojek ji jiyana Andrei Arsenevich) jî weke rêzgirtinekê ye ji bo sînemaya Tarkovsky. Chris Marker navê belgefilmê xwe ji ber romana nivîskarê Rûsî Aleksandr Solzhenitsyn girtibû. Di belgefilmî de bêhtir ji filmên Tarkovsky dîmen tên nîşandan û hin caran jî dîmenên Tarkovsky yên ber bi dawiya emrê wî ve. Di vî belgefilmî de şirove û peyv kêm in, heya ji Marker tê, ew behsa felsefe û jiyana Tarkovsky a taybet dike. Marker li têkiliya di navbera jiyan û xebatên Tarkovsky de dikole; belgefilm bi filmê “Zarokatiya Îvan” dest pê dike û bi filmê “Qurban” bi dawî dibe. Lêhûrbûneke pirr bi qîmet e derbarê sînemaya Tarkovsky de ku sînemayeke pirr resen û kûr e.


Welatê wî hafize bû

Chris Marker metnên ku ji bo filmên xwe hazir kirine jî pirr xweşik û serketî li dîmenên ku girtine tîne û ekserî, em ji devê wî dibihîsin van metnên edebî yên ku gelek caran dişibin helbestan. Babetên ku Chris Marker bi wan dadikeve ev in; wext, hafize, dîrok û utopya…ev çar babet di hemû filmên wî de babetên sereke ne. Weke nimûne di filmê wî yê bi navê “La Jette” (1962) de gotineke bi vî rengî heye; “Mekan hatibû qedexe kirin, ji bo kesên saxmayî tenê yek çareserî wext bû.” Chris Marker jî weke kesekî “rêwî” li mekanên qedexe xwe disipart wext û di vî wextî de bi hafizeya ku ava dikir, li ber xwe dida. Yanî hafize dibû welatê wî û ew weke niştecihekî hafizeyê tevdigeriya. Ew bi vî awayî çêdibû û mekanên qedexe bê mane dikirin.  Gava ku 30´yê Tîrmeha 2012´an mir jî welatê xwe kir quncikek ji welatê me yê hafizeyê jî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.